Zanîngeha Silêmaniyê yekemîn e li ser asta Herêma Kurdistanê

Kurdistan 01:22 PM - 2022-01-27

Zanîngeha Silêmaniyê di pileya yekem a zanîngehên Herêma Kurdistanê de, li Êraqê jî di pileya sêyem de cih girt.

Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî li Herêma Kurdistanê astên  zanîngehên Herêma Kurdistanê ragihand û zanîngeha Silêmaniyê pileya yekem, zanîngehên Selahedîn û Duhokê pileya duyem û sêyem û zanîngeha pizîşkî ya Hewlêrê di rêza çaremîn de cih girt.
Wezaretê her wiha amaje bi wê yekê jî kir ku zanîngeha Silêmaniyê di nav zanîngehên Êraqê de pileya sêyem e.
Peymangeha SCImago ji bo dabeşkirina sazî û zanîngehan, zanîngeha Silêmaniyê di sala 2021ê de li Herêma Kurdistanê di rêza yekem de û di sala 2021ê de di rêza sêyem de, di nav 10 zanîngehên herî baş ên Êraqê de  ye.
Li jêr lîsteya dabeşkirina zanîngehên Herêma Kurdistanê ye:

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket