Çima divê posta serokkomariyê ji bo Yekîtiya Niştimanî be?

Kurdistan 11:53 AM - 2022-01-27

Serkirdeyekî Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê tekez kir ku, li gorî maf û rêkeftina siyasî ya di navbera Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê û Partiya Demokrata Kurdistanê de hatiye encamdan, posta Serokê Herêma Kurdistanê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê yan Serok Komarê ji pişka Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê ye û amaje bi wê yekê jî kir ku, posta Serokê Komarê ji pişka Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê ye.

Endamê Encûmena Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê Letîf Nêruwî ji PUKmedia`yê re ragihand: Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê hertim ji bo yekrêziya gotara Kurdî, parastina yekrêziya mala Kurd û dabînkirina mafan kar kiriye. destnîşan kir ku Partiya Demokrat a Kurdistanê di heyama çend rojên borî de bêyî ku behsa Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê bike, li gel hinek aliyên Êraqî lihevkirine û ev yek jî nîşan dide ku Partiya Demokrat di nava mala Kurdistanê de bûye sedema aloziyan û ji bo xwe kar dike ne ji bo mala Kurd û mafên gelê Kurdistanê.
Got jî: posta serokê herêma Kurdistanê hertim bo Partiya Demokrat a Kurdistanê bû, ji ber wê jî divê posta Serokomarê herdem bo Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê be û amaje bi wê yekê jî kir, ku ezmûna Yekîtî derbarê postê hatiye dupat kirin ku aliyên Êraqî vê yekê dixwazin.

Û wî amaje bi wê yekê jî kir, ku pêwîste posta serokkomarê ji bo kurdan û di nav kurdan de ji pişka Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê bê çareserkirin, ji ber ku li gor maf û rêkeftina siyasî posta Serokê Herêma Kurdistanê yan Serokwezîrê Herêma Kurdistanê yan Serokê Komarê ji pişka Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê ye û got cudahiyeke mezin di navbera namzetên yekîtî û partî de heye.

PUKmedia tyabet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket