Qubad Talebanî êrîşa li ser Serokatiya Parlamentoyê şermezar kir

Kurdistan 12:36 PM - 2022-01-26

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî di telegramekê de ew kiryara tawankar a ku duh êvarî baregeha Serokatiya Parlamentoya Êraq li Enbarê kiribû armanc şermezar kir.

Ev naveroka peyamêye:
Em bi tundî wê kiryara tawankar şermezar dikin ku şeva borî baregeha birêz Mihemed Helbûsî, Serokê Parlamentoya Êraqê li Enbarê kir armanc.
Em kiryarên bi vî rengî yên sûcdar red dikin, di heman demê de tekez dikin ku ev kiryaran diyardeyeke metirsîdare û ne nîşana xêrê ye, lewra divê her kes hişyar be û li hember her kiryareke wusa raweste ku ziyanê dighîne aramiya welêt.
Her wiha em bi bîr tînin ku gelê Êraqê li benda avakirina hikûmeteke xizmetguzarî ye ku bikaribe ewlehiyê biparêze û komployan pûç bike, lewma divê her kes destê xwe bidin hev û ji bo xizmeta berjewendiyên giştî kar bikin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket