Washington 60 milyon dolar ji bo rûbirûbûna Koronayê pêşkêşî Êraqê kir

Tenduristî 10:51 AM - 2022-01-26

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bi berdewamî piştgiriya xwe ji bo Êraqê di rûbirûbûna vîrusa koronayê de piştrast kir û eşkere kir ku ji bo vê yekê 60 milyon dolar pêşkêşî Bexdayê kiriye.

Balyozxaneya Amerîka li Êraqê di daxuyaniyekê de ragihand ku Amerîka şanaz e ku "heta niha zêdetirî 60 milyon dolar ji bo rûbirûbûna COVID-19 pêşkêş Êraqê kiriye, di nav de zêdetirî 4 milyon dolar jî ji bo alîkarîkirina nûjenkirin û amadekirina taqîgehên tenduristiya giştî li Êraqê."
Di Adara 2021an de Êraqê dest bi kampîna derzîlêdana li dijî vîrusa koronayê kir. Zêdetirî 14.7 mîlyon jin xelkê lixwe da ye.
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin, "Lê belê tenê %34.7ê Êraqiyên ku hatine lêkolînkirin diyar kirine ku ew amade ne ku derziyê werbigirin, hejmara pêketiyan û rêjeya mirinê li Êraqê nîşan dide ku "Piştgiriyek hewce ye ji bo berdewamkirina bernameyên vaksînlêdanê.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket