Herêm Axa; Dr. Berhem şagirtê serok Mam Celal e

Kurdistan 04:07 PM - 2022-01-25

Endamê encûmena serkirdeyetiya YNKê Herêm Axa wiha got; Dr. Berhem şagirtê serok Mam Celal e.
Endamê serkirdeyetiya YNKê Herêm Axa aşkire kir ku postê serokkomarê Êraqê ji beşa kurda ye û YNKê bi taybet mafdar e, her weha Dr. Berhem Salih jî, yek ji wan şagirtên serok Mam Celal e ku hêjayî wergirtina postê serokkomarê ye.

Axa tekes li ser yekrêziya hêzên Kurdistanî kir û Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê jî, postga serokkomarê Êraqê bi mafê gelê kurd dizane û ji wê jî, Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê bi mafdarê wergirtina wê postê dizane û wê ti carî destberdanê ji wê postê neke.

Di dirêjahiya daxuyaniya xwe de, Herêm Kemal Axa ragihand: Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê bi fermî biryar da ku Dr. Berhem Salih wek nemzatê xwe ya serokkoamriyê ye û Dr. Berhem Salih yek ji şagirtên serok Mam Celal e û xwedî ezmûn û destpakî ye û dikanî di heyama postê xwe de, roleke baş û li ber çav li gor desturê di proseya siyasî li Êraqê yariyekî baş bike.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket