Teyra Xerîb-Seyran
Wêje û Huner 01:36 PM - 2022-01-25
Teyra xerîb nenasî,
Tenê-tiko difirî,
Hêlîna xwe digerî,
Kon dixwezî tu vegirî?
Di cîhana firehda,
Tûne sitar ji bo te,
Ev dunya xweş, rengînde,
Gelekî tenge cêh te.
Hildikşîy ber bi ezmîn,
Dikevî kûrahyêde,
Sîng û berê wê hêşîn,
Tera dibe mal û milke.
Teyra xerîb windayî,
Xwe teyrede dûr digrî,
Pê per-baskê simirî,
Pir dûr diçî, dibezî.
Teyra xerîb cûdayî,
Her dera mihacirî,
Dilê te kûr disoje,
Ne dûye, ne dermane.
Teyra xerîb bê warî,
Loma hewqas melûlî?
Di zerya van çevan de,
Herdem hêsir kıvş dibe.
Teyra xerîb înkarî,
Çima wisa tu xeydî?
Serî ber xwe ranakî,
Bedhal û birîndarî.
Teyra xerîb bê kesî,
Lê nişkêva qut nebî,
Tu wek padşa hewayî,
Bê tirs, kubar, ser xweyî.
* * *
Carna bi guhdarkirina peyvek,
Bal me çê dibe helbestek...
##Seyran
Ez û Rostem
hewal ziyatr
-
73 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
09:35 AM - 2024-05-12 -
Emê bibin alîkar ku peywendiyên Kurdistanê û Iraqê bihêztir bibin
02:15 AM - 2024-05-12 -
Xanima Yekem: Desteserkirina mafên her welatiyekî dijberî xwezaya civakê ye
11:48 AM - 2024-05-11 -
Encumena Nûneran dê hefteya bê serokê xwe hilbijêre
04:50 PM - 2024-05-09
zêdetir tamaşe bike
Êraq 01:51 PM - 2024-05-12 Serok Komarê tekezî li ser pêwîstiya parastina çavkaniyên avê ji qirêjiyê dike
Serok Bafil: di rêvebirina welat de bi hevkariyeke rasteqînî bawer in
06:33 PM - 2024-05-11
Giliyek pêvajoya demokrasiyê têk dide
03:48 PM - 2024-05-11
Dadgeha Federal dê 3 giliyên li dijî Kurdistanê guhdarî bike
11:13 AM - 2024-05-11
Li hember zilma li ser cotkarên gundê Palkana bêdeng nemînin
10:02 PM - 2024-05-10
zortrin xwendraw
-
73 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
Cîhan 09:35 AM - 2024-05-12 -
Serok Komarê tekezî li ser pêwîstiya parastina çavkaniyên avê ji qirêjiyê dike
Êraq 01:51 PM - 2024-05-12