Yekîtiya Niştimanî: Berhem Salih berbijarê me ye bo postê serokkomariyê ye

Kurdistan 01:37 PM - 2022-01-24

Endamekî Encûmena Serkirdatiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê tekez kir, ku Encûmena Serkirdatiyê di civîna xwe ya roja Yekşemê de, rewşa niha ya Êraqê û gotûbêjên pêkanîna hikûmeta nû gotûbêj kirin.

Endamê Encûmena Serkirdatiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê Ebû Zeyd Salih di daxuyaniyeke taybet de ji PUKmedia`yê re ragihand: Encûmena serkirdayetiyê rewşa niha ya Êraqê, gotûbêjên pêkanîna hikûmeta nû û mafên destûrî yên xelkê gotûbêj kirin. Destnîşan kir ku Encûmenê tekez li ser wê yekê kir ku pêwîste aliyên siyasî bi hemû berpirsatiya xwe bi qonaxa niha re rûbirû bin, ji bilî wê yekê ku postê serokkomarê mafê Kurd û Yekîtiya Nîştimanî ye.
Tekez jî kir ku Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê helwêsta Serokkomarê yek ji mafê xwe dibîne û li ser wê yekê tawîz nade, ji ber wê jî tekezî li ser namzedkirina D.Berhem Salih kir.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket