Washington: Operasyonên Rûsyayê li hundirê Ukraynayê dibe ku her dem pêk werin

Cîhan 12:15 PM - 2022-01-24

Karbidestekî payebilind yê Wezareta Derve ya Amerîkî şeva Duşemê got ku operasyonên Rûsî li hundurê Ukraynayê dibe ku ji nîşkave dest pê bike, bang li karmendên ne sereke yên balyozxaneyê û hemwelatîyên Amerîkî kir ku bilez ji Ukraynayê derkevin.

Çavkaniyê diyar kir ku ji hemwelatiyên Amerîkî tê xwestin ku neçin Ukraynayê, ji ber sedemên ewlehiyê yên girêdayî çalakiyên leşkerî yên Rûsyayê.
Rayedar diyar kir ku rewşa Ukraynayê di her kêliyê de û di demeke kin de dibe ku xerabtir bibe û destnîşan kir ku Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn hemû şiyanên xwe ji bo dagirkirina axa Ukraynayê bi cih aniye.
Rayedar eşkere kir ku Waşîngton berdewam e li ser çekdarkirina artêşa Ukraynayê bi alîkariyên leşkerî yên şer û di demjimêrên borî de barekî 200 milyon dolarî giheştiye Kêf û dê di demjimêrên pêş de jî zêdetir alîkarî bighêje wan.

PUKmedia/ Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket