Li çiyayên Mekhol DAÎŞê hat armanc girtin

Êraq 11:03 AM - 2022-01-24

Berdevkê Fermî yê Serfermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar Lîwa Yehya Resûl ragihand ku komeke çeteyên DAIŞ'ê li çiyayê Mekhol hatiye hedefgirtin.

Resûl di daxuyaniyekê de ku kopiyek jê ketiye destê PUKmedia`yê de wiha got: “Bi fermana Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdar li pişt agahiyên rast ên îstixbaratî û Vekolînê ya Federalî li Wezareta Navxweyî, firokeya F_16 ya hêzên esmanî êrîşên esmanî pêk hat û 4 terorîst hatin kuştin .
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Li gor sozên hêzên me yên ewlehiyê, ev operasyon berdewamiya operasyona li başûrê navçeya Hedre ye, ku di encamê de 2 serkirdeyên DAIŞê yên ku kemberên teqîner li xwe kiribûn hatin kuştin û terorîstekî sêyem jî hat kuştin.

PUKmedia


zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket