Yekîtiya Niştîmanî Berhem Salih ji bo posta serokkomariyê destnîşan dike

Kurdistan 10:16 AM - 2022-01-24

Encûmena Serkirdatiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê bi amadebûna Bafil Celal Talebanî civînek lidarxist û têde rewşa siyasî ya niha ya Êraqê û mafên destûrî yên gelê Kurdistanê di avakirina federaliya nû de gotûbêj kirin.

Encumena Serkirdayetiyê tekezî li ser yekrêzkirina helwêstên hêzên Kurdî kir û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê helwesta Serokê Komarê bi layîqê Kurd û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê dibîne, ji ber wê jî ew dê bergiriyê li mafê xwe bike û nabe li ser wê danûstendinê bikin.
Civîna Encûmena Serkirdayetiyê bijardeyên li pêş Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê di qonaxa niha de û mafê gelê Kurdistanê gotûbêj kirin û Encûmena Serkirdayetiyê biryar da ku piştevaniya hemû aliyan bo serkeftina kandîdê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê birêz Berhem Ehmed Salih bike ji bo posta Serokkomarê.

PUKmedia taybet

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket