Nîjîrya.. Boko Heram 17 keç revandin

Cîhan 10:57 AM - 2022-01-23

Koma têrorîst a tundrew Boko Heram 17 keç li bakûra rojhilata Nîcîryayê revandin, di demekê de ku artêşa welêt ragihandibû ku di rûbirûbûna terorîstan de pêşde diçe.

Bîneran got ku koma tundrê êrîşî bajarokê Bîmî li navçeya Çîbok li eyaleta Borno kir, ku navenda serhildana Boko Heram a deh salan li dijî hikûmeta Nîjîryayê ye.
Di daxuyaniyekê de rêxistina terorîst a DAIŞê herwiha berpirsatiya kuştina çend mesîhiyan û şewitandina du dêr û çend malan di êrişa ser bajarokê Bîmî ya eyaleta Bornoyê de girte stûyê xwe.
Rayedar Boko Haram ji mirina bi deh hezaran kes li Nîjîrya û welatên cîran li rojavayê Afrîqayê sûcdar dikin.
Revandina keçên ji Bîmî, revandina 276 keçên xwendekar di sala 2014an de ji navçeya Chibok tîne bîr. ku heya niha zêdey 100 kes ji wan winda ne .

PUKmedia /Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket