Tenduristî: Ji bo rawestandina dibistanan ti pêşniyar tune

Tenduristî 01:22 PM - 2022-01-22

Wezareta Tenduristiyê ya Federal pêşbînî kir ku rêjeya pêketiyên omicron zêdetir bibe ,lê got ti pêşbînî ji bo rawestandina dewama dibistan û zanîngehan ne da ye.

Îro Şemiyê, rojnameya El-Sabah El-Bexdadî li ser zarê rêveberê xurtkirina tenduristiyê li wezaretê Heysem El-Obeydî ragihand ku "Wezaretê heta niha pêşniyara rawestandina xwendinê li dibistan û zanîngehan nekiriye, ji ber nebûna metirsiyê, di heman demê de çavdêriya rewşa vîrusê didomînin."
El-Obeydî diyar kir ku "Vîrusa Omicron berevajî cureyên berê nakeve sîng", û da zanîn ku "hejmara testan di nava rojekê de 25,000 zêdetir e û pêşbînî kir ku divê hejmara pêketiyan di nav nexweşxaneyan de zêdetir bibe.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket