Terorîstekî ku di hedefgirtina El Kazimiye de beşdar bû hat girtin

Êraq 01:48 PM - 2022-01-20

Ajansa Îstixbarat û Vekolînê ya Federal girtina terorîstekî metirsîdar ragihand ku beşdarî operasyonên tawankarî yên mezin li Bexdayê bû, di nav de armanckirina bajarê Kazimiye di sala 2016an de.

Û ajansê di daxuyaniyekê de roja Pêncşemê got, ku "di bin çavdêrî û şopandina meydanî ya şêwirmendê Wezareta Navxwe ya ji bo Lêkolînên Îstixbaratî û Federalî, û bi rêya operasyoneke îstixbaratî ya mezin ku ji aliyê şopandinên ewlekarî yên bi baldarî û dezgeha îstixbaratê kariye yek ji hêmanên herî girîng ên çeteyên DAIŞ`ê yên li Êraqê ku ji aliyê dezgehên dadwerî ve tê xwestin, ji nav bibe.
Û wê got jî, "Lêkolîna yekem bi wî re berpirsyariya wî ji veguhestina terorîstên xwekuj, danîna bombeyên teqîner li Bexdayê, û beşdarbûna wî di gelek operasyonên terorîstî de ku tê de çekên bêdeng dihatin bikaranîn lixwe mikur ha,ûgot ku di sala 2016an de hejmarek ji terorîstên xwekuj veguhestin ku bajarê Kazimiyê û navçeya Huriyê kirin armanc, û wî jî li xwe mikur hat ku di gelek oparesyonên din de jî beşdar bûye.

Wê diyar kir, "Tedbîrên qanûnî li dijî wî hatine girtin, ji bo ku wî bişînin dadgehê da ku ceza lê were birîn.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket