Li Diyale oparesyoneke paqijkirinê ji terorîstan hat dest pê kirin

Êraq 01:24 PM - 2022-01-19

Îro Çarşemê hêzên ewlekariyê ji bo paqijkirina hewza çemê El-Azîm El-Şerqî li Diyalayê dan dest pê kirin.

Daxuyaniya Desteya Heşda Şeibî li ser zarê fermandarê beşa operasyonên Diyala ya Heşda Şeibî Talib el-Mûsewî ragihand ku "operasyoneke ewlekarî ya ji bo paqijkirina baskê rojhilatê çemê Ezîm îro danê sibê bi beşdariya (Lîwa 23 û Lîwaya bangewziya Diyale di Heşdi Şebî de) ku ji Bendava Ezîm dest pê dike û li devê Nehr el-Ezîm di çemê Dîcleyê de li gundê Safît diqede.
Wî diyar kir ku "lîwayên beşdar xeteke li başûrê derbasgeha Numanê ber bi devê çemê Dîcle ve, bi dûrahiya 10 km girtin", û da zanîn ku "endezyariya leşkerî, dij teqemenî û hêzên mayî yên piştevan li Hêzên Heşd hemû beşdarî operasyonê bûn."

Armanca operasyonê pêşîgirtina li derbasbûna dijmin û tengkirina dorpêçê li ser wê ye, herwiha destdirêjî û lêgerîna l stargehên DAIŞê ye, û operasyon dê du rojan berdewam bike heta bigihêje armancên xwe yên destnîşankirî."

PUKmedia / Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket