3 terorîst li herêma Tacî hatin kuştin

Êraq 11:55 AM - 2022-01-19

Roja Çarşemê hêzeke Dezgeha Ewlekariya Netewî kariye 3 terorîstan li devera Şatêi El-Tacî ya li paytext Bexdayê kuştine.

Şaneya Ragihandinê ya Ewlekariyê di daxuyaniyekê de ragihand: “Li gor zanyariyên rast ji Dezgeha Ewlekariya Netewî û di operasyoneke bi kalîte de ku ji aliyê pisporiyê ve di cîbicîkirina erkê de serketî bû, hêzek ji Dezgeha Ewlekariya Netewî bi piştevaniya Keşfê ya Çekdar a li Fermandariya Operasyonên Bexdayê û Heşd Tarmiye ya Heşdî Şeibî li navçeya Tacî ya Bexdayê 3 terorîst kuştin."
Daxuyaniyê her wiha got: "Ev operasiyon ji bo tolhildana giyanê her du şehîdan e ku duh li ser destên van her sê terorîstan şehîdbûn", tekez kir ku hêzên me yên ewlehiyê yên qehreman dê li her cihî û li her deverê rûbirûyê têkdana aramiyê bin.

PUKmedia/Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket