Papa alîkarî dide koçberên ku di navbera Polonya û Belarûs de asê mane

Cîhan 10:32 AM - 2022-01-19

Vatîkanê ragihand ku Papa Francis 100,000 Euro (nêzîkî 113,000 dolar) alîkarî daye koçberên ku li ser sînorê Polonya û Belarus asê mane.

 Wezareta xizmetguzeriya geşepêdanên Mirovî, saziyek li Dêra Pîroz ku bi taybetî bi karûbarên penaberan re têkildar e, diyar kir ku "Papa biryar da ku alîkariya 100,000 Euroyî bişîne ji bo alîkariya komên koçberên ku di navbera Polonya û Belarusê de asê mane," û da zanîn ku "ev miqdar. Di heman demê de armanc dike ku "alîkariya rêxistina Caritas polende" (rêxistina ne hikûnî ya Katolîk) ji bo rûbirûbûna krîza koçberiyê li ser sînorê di navbera her du welatan de.

Bi hezaran koçberên ku ji Rojhilata Navîn, bi taybetî ji Êraqê hatine, ji havîna borî ve ji Belarûs derbas bûne, yan jî hewl dane sînorên rojhilatê Yekîtiya Ewropayê li Letonya, Lîtvanya û Polonya derbas bikin.


PUKmedia/Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket