Êraqê xendekek di navbera xwe û Rojavayê Kurdistanê de koland

Êraq 06:07 PM - 2022-01-17

Ji bo parastina ewlehiya sînorê xwe, Êraqê xendekeke 12 k metran koland.

Bi kûrantiya 3 metran û paneya 3 metran xendek di navbera sînorê Êraq û Rojavayê Kurdistanê de, ji aliyê artêşa Êraqê ve hate lêdan.

Di wê barê de, serleşkerê fîrqeya 20 ya artêşa Êraqê emîd Hemze Casim Rebîhî di daxuyaniyeke xwe ji ajansa Êraqê re daye û têda ragihandiye ku Êraqê xendekeke 10-12 kîlo metran li ser sînorê Sûriye lêdaye û wê bi riya kamîreyên germayî û firokeyên bê firokevan di heyama 24 demjimêran de, parastina sînorê xwe bikin, ku ev yek li gorî rêkeftina navnetewî ya derbarê parastina sînoran e.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket