Encûmena penaberên Rojava pîrozbahî li Stran Ebdula kir

Kurdistan 05:20 PM - 2022-01-17

Encûmena Penaberên Kurd ê Rojavayê Kurdisatnê pîrozbahî li berpirsê nû yê Mekteba Ragiahndina YNKê kir.
Îro roja duşemê 17-1-2022`an li bajarê Silêmaniyê, bi armanca pîrozkirina posta nû, şandeke Encûmena Penaberên Kurd ê Rojavayê Kurdistanê serdana berpirsê Mekteba Ragihandina Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Stran Ebdula kir.

Di wê serdanê de, bi boneya wergirtina berpirsyartiya fermî ya Mekteba Ragiahndina YNKê, serokê Encûmena Penaberên Kurd Hozan Efrînî germtirîn pîrozbahiyên xwe û Encûmena Penaberên Kurd ê Rojavayê Kurdisatnê arasteya Stran Ebdula kir û di kar û xebatên wî de serkeftin û serfirazî xwest.

Her weha rola YNKê û mekteba Ragiahndina YNKê û Kak Stran di piştgiriya xelkên her çar aliyên Kurdistanê û bi taybet Rojavayê Kurdistanê bilind nirxand û destxweşî kir.

Ji aliyê xwe ve jî, berpirsê Mekteba Ragihandina û endamê politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdisatnê (YNK)ê Stran Ebdula bi amadebûna endamê mekteba ragihandinê kak Aryan Mihemed, bixêrhatina şandeyê mîvan kir û amadebûna mekteba ragiahndinê ji bo her pêngaveke ku di xizmeta doza kurdî de be nîşanda.

PUKmedia

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket