Hevseroka Heyva Sor a Kurd: Em karê xwe didomînin

Nêrîn 01:07 PM - 2022-01-17

Hevseroka Heyva Sor a Kurd Êva Ehmed Elî destnîşan kir ku çi dibe bila bibe dê xizmeta gel berdewam bikin ku di encama êrişeke çeteyên DAIŞ'ê de li kampa Holê endamê Heyva Sor Basim Mihemed hatibû şehîdkirin.

Heyva Sor a Kurdistanê di sala 1993'yan de hate avakirin û tevî şer û hemû zehmetiyan jî ji bo xizmeta mirovahiyê dixebite û ji destpêka damezirandina xwe ve ji bo xizmeta gelê Kurd di şer û karesatan de, xebatên xwe didomîne. Ji sala 2012'an ve li Bakur û Rojhilatê Sûriyê wek ‘Heyva Sor a Kurd’ xebatên xwe dike. Heyva Sor a Kurd tevî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û yên DAIŞ'ê jî, ji Şehbayê heta Dêrikê her roj xizmetê ji hezaran kesî re dike.

Di 11'ê Çileyê de hemşîrê Heyva Sor a Kurd Basim Mihemed li kampa Holê hat qetilkirin. Rojek piştî êrişê, xebatkarekî Xaça Sor a Navneteweyî jî di êrişekê de li kampê birîndar bûbû. Piştî bûyerê Xaça Sor biryar da ku ji kampê vekişe. Heyva Sor jî li navendên xwe yên li kampê karê xwe dewam dike.

Hevseroka Rojava Heyva Sor a Kurd Êva Ehmed Elî li sermijarê ji ajansa me re axivî û li ser detayên bûyerê ev agahî dan: "Wekî ku her kes dizane kampa Holê kampeke mezin e ku zêdetirî 70 hezar kes tê de ne û piraniya wan DAIŞ'î ne. Li kampê navendeke me heye û hevalê me şehîd Basîm 5 sal bû xebatkarê me bû. Bûyer 11'ê Çileyê roja sêşemê saet dora 16.40'an çêbû. DAIŞ'iyekî rûyê wî girtî bi hinceta ku li xizmên xwe yên nexweş bipirse, tê navendê. Piştî ku tê zanîn ku kesekî bi navê ew dibêje nîn e, bi şehîd Basim re dikeve nîqaşê. Hevalê me hewl dide li ewlehiyê bigere û kesê DAIŞ'î bi çeka bêdengkirî gule berdide serê wî. Mixabin hê êrişkar nehatiye girtin."

Êva Ehmed Elî bi bîr xist ku ne cara yekê ye ku xebatkarên tenduristiyê yên li herêmê dikin hedef û got: "Ev ne êrişa yekemîn a li ser xebatkarên tenduristiyê yên li herêmê ye. Hem dewleta Tirk hem jî çeteyên DAIŞ'ê gelek caran êrişî endamên me û xebatkarên din ên tenduristiyê kirin. Di sala 2019'an de dema me sivîl ji Serêkaniyê derdixistin, dewleta Tirk xebatkarên me kiribûn hedef."

‘EM LI SER KARÊ XWE NE’

Êva Elî îdiayên têkildarî ku navenda Heyva Sor a Kurd a li kampa Holê hatiye girtin, derewandin û got: "Xebatkarên me yên kampa Holê beşdarî merasîma cenazeyê hevalê xwe bûbûn. Piştî bûyerê nûçeyên nerast derketin ku dibêjin navenda li kampê hatiye girtin û xebatkar ji kampê derketine. Navendên me yên li wir xebatên xwe didomînin, endamên me bi erkên xwe radibin. Difikirîn ku em ê ji kampê vekişin, wekî ku Xaça Sor û saziyên mîna wan ên navneteweyî kiriye. Lê piştî bûyerê me bi hemû xebatkarên xwe re wezîfeya xwe ya li kampê dewam kir û bersiva herî baş da êrişê."

Têkildarî astengiyên li pêş xebatên wan, Êva Ehmed Elî wiha axivî: "Ambargoya li ser herêmê, girtina deriyên sînor, kêmbûna dermanan û nexweşiya Koronayê, zorê didin xebatên me. Bi ser de jî dewleta Tirk  bombeyan li bajarên me dibarîne. Cihê êriş lê çêdibin wekî Şehba, Zirgan û Til Temirê di şert û mercên zehmet de xebatên xwe didomînin. Tevî vê yekê jî em xizmetê ji gel re dikin."

‘ÇI DIBE BILA BIBE EM Ê XIZMETA GEL BIDOMÎNIN’  

Êva Ehmed Elî der barê vekişîna Xaça Sor ji kampê de jî wiha got: "Heke saziyên navneteweyî vekişin, hemû bar dikeve ser milê me û em wek Heyva Sor a Kurd pê re nagihêjin. Ez bang li wan rêxistinan dikim ku piştgiriyê bidin me û xwe venekişînin."

Hevseroka Heyva Sor a Kurd Êva Ehmed Elî ev peyam da: "Ez dixwazim ji gelê me re bibêjim; Heyva Sor Kurd dê tu carî venekişe. Kes nikare vîna me bişikîne. Çi dibe bila bibe em ê xizmeta vî gelî bikin. Em ê her tim li eniya pêş, di nava gel de bin û amade bin."

PUKmedia/ ANHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket