Helebçe.. Karê li dezgehên hikûmetê hat betalkirin

Kurdistan 12:11 PM - 2022-01-17

Roja duşemê, Parêzgariya Helebçe ji ber barîna berfê li parêzgehê ragihand, dema kar li hemû sazî û dezgehên hikûmetê hatiye rawestandin.

Parizgeha Helebçe di daxuyaniyekê de ragihand: Ji ber pêla berf û sermayê ku parêzgeha Helebçe girtiye, biryar hat dayîn demjimêrên kar li hemû dezgeh û saziyên hikûmetê were rawestandin.
Gelek bajar û navçeyên Herêma Kurdistanê ji ber pêla berfê ku hîşt çûnûhatina welatiyan zehmet bû, biryara rawestandina demjimêrên kar dan û gelek rêyên serekî û yên duyem jî birîn.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket