Şandeyên Tirkiye û Ermenistanê gihaştin Moskovê

Cîhan 02:15 PM - 2022-01-14

Şandeyên Ermenistan û Tirkiyê îro çûn Rûsyayê. Her du şande dê ji bo normalîzekirina têkiliyan li hev bicivin.

Li gorî Russia Today ku agahiyên xwe dispêre ajansa Novostî, cîgirê serokê parlamentoya Ermenistanê Rubin Rubinyan seroereştiya şandeya Ermenistanê dike û balyozê berê yê Tirk ê DYA`yê Serdar Kiliç jî serpereştiya şandeya Tirk dike.

Di Kanûna 2021’an de Enqere û Yerîvanê ji bo normelîzekirina têkiliyan 2 nûner diyar kiribûn. Ji sala 1991`an ve, Tirkiye û Ermenistanê tu têkilî bi hev re danenîn û sînorên bejahî di navbera her du welatan de girtîbûn.

Sala 2020`an dewleta Tirk ragihand ku rêwîtiyên yekser di navbera her du welatan de dê dîsa dest pê bikin. Ermenistanê jî qedexeya li ser malên Tirkiyê rakir.

Li gorî ajasa Tax duh pêncşemê şîrketa Ermenistanê Fly One Armenia destûr ji desthilata Tirk wergirt ku rêwîtiyan di navbera her du welatan de dest pê bike.

PUKmedia /Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket