Stran Ebdula: Xendeka YNKê ya mafên gelê kurd e

Kurdistan 04:21 PM - 2022-01-11

Berpirsê mekteba ragiahndina YNKê Stran Ebdula: Xendeka YNKê ya mafên gelê kurd e.
Endamê politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê Stran Ebdulah tekez li ser  wê yekê kir ku xendeka Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê, xendeka mafên gelê kurd e.

Di gotina xwe de, Stran Ebdulah got: "Erê em alîgirin û ne bê alî ne, lê belê, alîgiriya me ew destkeftên mafên gelê kurd e ku li gorî desturê. Her weha em alîgirê rêkeftin û destur û hevsengiya siyasî ne ku ew bingeha sereke ya proseya siyasî li Êraqê ye piştî rûxandina rêjîma Sedema ê binketî di sala 2003`an de, her weha bavên damezrandina Êraqa nû jî, li ser wê yekê lihevkiribûn û rêkeftibûn ku yek ji wan jî, rewanşadê gelê kurd serok Mam Celal bû."

Di daxuyaniya xwe de, berpirsê mekteba ragihandina YNKê Stran Ebdula aşkire kir; "Ew girêbestiya desturî ya Êraqê ew saz kir. Başe di pirsgirêkên dijwar ên di hundir mala Şî`ayan de çima em dibin alîgir."

Her weha di dirêjahiya daxuyaniya xwe de, Stran Ebdula wiha pêde çû: "Tekez kirin li ser nepejirandina cemsergerî di navbera pêkhatan de, naye wateyê ku xendekkirina li dijî vî alî an jî aliyekî dine, lê belê ew bicihbûna di kûrantiya mafên desturî me de ye, xwediyên dozê bîner in, ji ber ku, ew li ser rewabûna vê dozê ye, YNKê xwediyê dozê û siyaseta serbixwe û rasteqîne ye, di berjewendiyên gelê kurd de ye."

PUKmedia-Mersed

zêdetir tamaşe bike

Balyozê Fînlandiyayê li Iraqê

Kurdistan 05:43 PM - 2024-04-16 Serok Bafil: Em girêdayî aramiya welat in

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket