Apê Osman xwe kir ronaka civaka kurdî

Wêje û Huner 02:41 PM - 2022-01-10

Li gorî rewşenbîr û ronakbîran apê Osman kesayetiyeke mezin û dîrokî bû ji gelê kurd re.

Apê Osman Senbrî yek ji wan  ronakbîrên ku bi hemû hêz û tiwaneya xwe di xizmeta doza gelê xwe de bû. Ew bi bê berember xwedî li rastiya dîrok û çanda resen a gelê kurd û Kurdistanê derdiket ku ew bi serê xwe pêngaveke dîrokî bû.

 li gor agahiyên ronakbîrê gelê Kurd yê navdar MÎRHEM YÎGÎT ku Sala 1929’an 24’ê meha 12’an Apê Osman Sebrî dadikeve jêr, binxet dibe, derbasî wî aliyê sînor, xeta Frensawî dibe. Ew ne siyasetmedarê ewil û ne jî yê bi tenê ye ji Bakur derketiye.

Di nivîseke lêkolînerî yê ronakbîrê gelê Kurd rêzdar MÎRHEM YÎGÎT de, wiha wek panorameyek nivîsiye;
Salên ewil Apê Osman çend caran derdikeve Bakur û davêje ser qereqolên dewleta Kemalîstî. Bi dû çalakiyeke wiha de dewleta Fransa Apê Osman û Kurê wî sorgonî Madagaskarê dike. Salên bi dû şikestina serhildana Agirî de diçe Başûrê welat, li wir tê girtin û dikeve zîndanên Mûsil û Bexdê, sal 1931 e.

Berî Apê Osman perçê Bakur bughere bi du salan, Kurdên penaber û derketî, bi navê Xoybûn rêxistinek avakirine. Li gora lêkolînerên mîna Rohat Alakom rêxistina ewil ya mirov dikare jê re bêje hemdem. Apê Osman dibe endamê Xoybûnê.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket