Wezîrê Perwerdê: Pêdiviya me bi avakirina dibistanên nû heye

Perwerde 12:53 PM - 2022-01-10

Roja duşemê Wezîrê Perwerdeyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku pêwîstiya lezgîn bi avakirina dibistanên nû li Herêma Kurdistanê heye.

Alan Hema Seîd wezîrê perwerdeyê li hikûmeta herêma Kurdistanê di kongireyekî rojnamevanî de PUKmedia`yê got: Pêwîste em dibistanên nû li Herêma Kurdistanê ava bikin, ji bo bidawîkirina xwendinê li nav kerevanan, cîbicîkirina pirojeyên rawestandî û veqetandina dibistanan bo taxên ku bûne şahidê nifûsa qelebalix, û bi vî rengî em dikarin zexta li ser dibistanan kêm bikin.
 Li herêma Kurdistanê 6 hezar û 750 dibistanên me hene û ev xwendingeh 75 hezar pol ji me re dabîn dikin, lê niha di warê dabeşkirina xwendekaran li ser wan polan de, em rastî pirsgirêkekê tên, hin dibistan ji kêmbûna xwendekaran û yên din jî ji ber mezinbûna wan dinalin.

Got jî: Piştî bi dawî hatina ezmûnan nîvsala yekem li Herêma Kurdistanê di heftîya bê de, emê 3 roj bêhnvedanê bidin xwendekaran û paşê emê dest bi nîvê duyê yê sala xwendinê bikin û dîyar kir ku Wezareta Perwerdeyê di rêvebirina nîvsala yekem bi ser ket.

PUKmedia




zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket