Civîna yekem a Encûmena Nûneran..di navbera lihevkirin û taybetmendî di biryargirtinê de
Êraq 12:16 PM - 2022-01-10
Di rûniştina xwe ya yekem de, Encûmena Nûneran serok û du cîgirên wî hilbijart, di nav boykotkirina gelek fireksiyonên parlemanî de, ku li bendê û lihevkirin û beşdarbûna hemiyan di hilbijartina berbijaran de ji bo postan .
Şirovekar û çavdêrên siyasî dibînin ku ev rûniştin rastî gelek şaştî û binpêkirinên yasayî hatiye û hinek ji wan jî dibînin ku ew civîna destûrî û yasayî bû û şêweyekî nû ye li Êraqê.
Tişta ku di rûniştinê de rû da ye qanûnî ye
Şirovekar, nivîskar û rojnamevan Ehmed El-Xidir di daxuyaniyeke taybet de ji PUKmedia`yê re dibêje: Tişta ku di rûniştina duh de qewimî, yasayî û destûrî ye û serokê temendar bi pesendkirina fireksiyona herî mezin yasa binpê kir.
Got jî: lîsta mezintirîn fireksiyon bi hijmar ji serokê civata nûneran re hatîye radest kirin, ne serokê temendar , ji ber wê yekê serokê demkî bi qebûl kirina lîsta mezintirîn fireksiyon yasayê binpê kir, û tiştê ku li hemberê wî çêbûye ji hêla nûneran ve ,qanûnî bû.
Binpêkirina yasa û destûrê
Şirovekarê siyasî Haşim Kindî di daxuyaniyeke taybet de ji PUKmedia`yê re ragihand: Tişta ku di rûniştina yekem a parlemantoyê de rû da ye, ne hêjay Êraqiyan e û nayê wê wateyê ku di proseya bingehîn de guhertin û çaksazî çêbibin.
Got jî: Tişta ku li rûniştinê de bûye dûpat dike ku rêz li yasa, destûr û sîstema navxwe ya civata nûneran nemaye, hin fireksiyon hatin civînê da ku tiştan li ser hinekan ferz bikin, û dosyeya destdirêjiya li ser serokê encûmena nûneran binpêkirineke eşkere ya yasayî bû, hilbijartina serokatiya encûmenê jî binpêkirina destûrê bû.
Li Êraqê prensîba lihevkirinê bi dawî bû
Şirovekar, nivîskar û rojnamevan Ehmed El-Xidir tekez dike: Tişta ku di civînê de qewimî, ne lidijî destûr û yasayê nîne û ev lihevhatin e ku wêraniya Êraqê bi xwe re anî û Êraqî neçar in ku ji quncikên lihevkirin derkevin.
Bialîbûnek metirsîdar a hin partiyên siyasî
Şirovekarê siyasî Haşim El-Kindî tekez dike: Hin alî di standina biryarê de li parlamentoyê yekta bûn û eger piraniya wan hebe jî, gereke bi rêyên yasayî rê bidana pejirandina wê biryarê.
Got jî: Tişta ku li civata nûneran qewimî, peyama tirsandinê bû bo aliyên din yên siyasî û gelê Êraqî, ku dê ji niha û pêde bi vî awayî bên sepandin û ev mijar jibo aliyên peywendîdar gelek metirsîdare. wê bibe sedema çêyîna Êraqê ber bi nediyabûnê ve .
Biryareke Êraqî bêyî destwerdana derve
Şirovekarê siyasî Ehmed El-Xidir tekez dike: Tişta ku di rûniştina parlamentoyê de qewimî, bêyî ti destwerdaneke derve sînordar bû, weke ku di dema borî de di avakirina her hikûmet û parlamentoyê de hebû, tevî ku hinek alî li dijî wê yekê derketin yan red kirin, lê biryar bû.
Got jî: Aliyên redkar nikarin tiştekî bikin tişta ku rû dabû yasayî û destûrî bû.
Destpêka hilweşîna dewletê
Şirovekarê siyasî Haşim El-Kindî dibêje: Tişta ku me duh dît, destpêka rûxandina dewletê ye û dê Êraqê ber bi metirsiyek mezin û çarenûseke ne diyar ve bibe, aliyên redkar dê biçin dadgeha federal.
Got jî: Heman alî dê berdewam bin li ser binpêkirina yasayan û heman lîska hilbijartinan ya sextekarî bilîzin û yên ku ziyan bibînin wê biçin dadgeha federal, û paşê fişarê li ser wan bikin ku li ser wê mijarê razî bin û dê rewş bi vî awayî derbas bibe. ji ber ku ev partî ne xema Êraqê ne û baweriya wan bi demokrasiyê nîne .
PUKmedia
hewal ziyatr
-
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
07:47 PM - 2024-04-23 -
Serfermandarê hêzên Alman serdana aramgeha Serok Mam Celal kir
12:49 PM - 2024-04-23
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
05:11 PM - 2024-04-23
zortrin xwendraw
-
Hewlêr û Bexda di tomarkirina binpêkirinan de di pêş de ye
Rêportaj 09:14 PM - 2024-04-24 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
Kurdistan 05:53 PM - 2024-04-24 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
Kurdistan 01:41 PM - 2024-04-25