Tenduristî hişyariya pêlek nû ji ya berê dijwartir dide

Tenduristî 09:52 AM - 2022-01-10

Wezareta Tenduristî û Jîngehê ya Federal derbarê metirsiya derketina pêleke nû ya belavbûna vîrusa Koronayê ku ji pêlên berê tundtir e hişyarî da.

Wezaretê di daxuyaniyekê de got: " pisporên Wezareta Tenduristiyê pêşveçûnên berdewam ên rewşa nexweşiyê li cîhanê û Êraqê dişopînin,diyar bû li ev pêl a vîrusê bileztir belav dibe û ji ya berê dijwartir e.Ji ber wê yekê em daxwaz ji welatiyan dikin ku bi rênimayên tenduristiyê û xweparastinê pabend bin û vaksîn li xwe bidin.
Wezaretê bang li hemû çapemenî û wezaretên piştgir kir ku tekezî li ser cîbicîkirina biryarên Komîteya Bilind a Tenduristî û Ewlehiya Niştimanî bikin ku daxwaz ji hemwelatî û karmendên wezaret û saziyên hikûmetî û taybet dike ku vaksînê werbigirin, "di heman demê de pesna hewlên û fedakariyên Artêşa Spî ya li hemberî şewbê û spasiya rayedarên piştgiriyê kir."

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket