Nûnerên Yekîtiya Niştîmanî amade ne ku beşdarî rûniştina parlamentoyê bibin

Êraq 11:05 AM - 2022-01-09

Îro Yekşemê 09.01.2022, Encûmena Nûneran dê yekem rûniştina xwe di dewreya pêncem a hilbijartinan de li dar bixe.

Namzedê serketî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê Dîlan Xefûr di daxuyaniyeke taybet de ji PUKmedia`yê re ragihand: Civîna îro yekem rûniştina Encûmena Nûneran e û tê de emîndarê giştî yê encûmana nûneran bixêrhatina endamên perlemanê dike û paşê serokê bi temen dê birêvebirîya rûniştinê bike, û paşê bangî cîgiran bike bo sonda destûrî.
Û wê got jî: Serokê bi temen gotarekê bi helkefta vekirina dewreya pêncem a hilbijartinan pêşkêş dike, vekirina kandîdkirina posta serokê parlamentoyê û her du cîgirên wî radigihîne.
Wê diyar kir: Parlamenterên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê amade ne ku beşdarî civînê bibin û em hêvîdar in hemû xalên rojeva civîna îro bên cîbicîkirin.


PUKmedia taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket