Washington amadeye bi Mosko re danûstandinan bike

Cîhan 10:19 AM - 2022-01-09

Washington amadebûna xwe ji bo danûstandinan bi Mosko re derbarê mûşek û rahênanan piştrast dike
Rayedarekî payebilind ê Koşka Spî amadebûna welatê xwe ji bo gotûbêjkirina rêkeftinên mûşekî û tedbîrên leşkerî ji bo her du welatan di dema danûstandinên dualî de ku îhtimal heye îro êvarî, Yekşemê li Cenevreyê dest pê bike, bi Rûsyayê re eşkere kir.
Ev yek di demekê de ye ku dîplomatên Amerîkî û Rûsî dê li Swîsreyê bicivin da ku hewl bidin aloziyên li ser Ukraynayê nehêlin, di wextê tawanbarkirina welatên rojavayî de ku Rûsya amadekariya êrişek nû ji bo Ukraynayê dike.
Di heyama kongireyeke çepemenî li ser telefonê de karbidesttekî Amerîkî got hin war hene em dikarin têde pêşkeftin bikin bi merca ku soz dualî bin.amaje bi wê yekê jî kir ku Rûsiya hest bi hereşeya belavkirina sîstema mûşekî li Ukraniyayê dike ,ev yek jî ne rast e.

Karbidestê ku nexwest navê wî bê eşkerekir ku ger Rûsiya amade ye ew dikarin dest bi danûstandinan bikin ,destnîşan kir ku wê yên dest pêkê bin ne yên dawî be.

PUKmedia/Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket