Hekîm: Me bi şanda hevbeş re lezkirina avakirina hikûmetê gotûbêj kir

Kurdistan 08:30 AM - 2022-01-09

Serokê Hevpeymana Hêzên Niştimanî Emar El Hekîm, roja Şemiyê tekez kir ku pêwîste hemû alî bi giyanê berpirsyariyê rabin û di pêkanîna hikûmetê de lez bikin.

Hekîm di twîtekê de li ser Twitterê got: Me pêşwaziya şanda hevbeş a Yekîtiya Niştimanî û Partiya Demokrat kir, derbarê pirsa siyasî û mafê rûniştina pêncem a parlamentoyê û amadekirina civîna yekem û dema destûrî ya girêdayî wê gotûbêj kirin.
Got jî: Me di hevdîtinê de tekez kir ku ezmûnên ku Êraq tê de derbas bûye, pêwîstiya hemû kes bi hev dupat kir, lewra nabe ti aliyek ji tiştên ku li Êraqê diqewimin bê cudakirin.
Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên dewletê diyar kir: Em helwesta yekgirtî ya birayên Kurd bilind dinirxînin û daxwaza bilezkirina avakirina hikûmetê, çareser kirina pêdiviyên xelkê û girtina pêşiniyên wan dikin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket