Şanda hevbeş a YNK û PDK û karên zehmet li Bexdayê

Kurdistan 12:14 PM - 2022-01-08

Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê û Partiya Demokrata Kurdistanê şandeke hevbeş ji bo diyaloga ligel aliyên siyasî yên li Bexdayê ji bo gotûbêjkirina pêkanîna hikûmeta nû û lidarxistina yekemîn civîna Encûmena Nûneran pêk anîn.

Şirovekar û çavdêrên siyasî pesna vê pêngavê dan û tekez kirin ku ev pêngav dê bibe sedema bihêzkirina cihê kurd û misogerkirina beşdariya bihêz di hikûmet û parlamentoya nû de û herwiha dabînkirina maf û hêjayên gelê Kurdistanê.

Serdanpir serkeftî û erênî ye
Nivîskar û rojnamevan Ehmed El-Xidir di daxuyaniyeke taybet de ji PUKmedia`yê re ragihand: Serdana şanda hevbeş a Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê û Partiya Demokrat serdaneke erênî ye.
Got jî: Têgihiştinên mezin di navbera şanda hevbeş û fireksiyona Sadrî de ji bo pêkanîna hikûmeta nû û pêkhatina parlamentoya nû hene.

Civînên digel hemû aliyên siyasî
Duh Înê,şanda hevbeş a Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê û Partiya Demokrata Kurdistanê li Bexdayê dest bi civînên xwe yên li gel aliyên siyasî yên li Bexdayê bo gotûbêjkirina pêkanîna hikûmeta nû ya Federal kir.

Şandê di destpêka gera xwe ya li Bexdayê de serdana tevgera Sadr kir.
Seroka Navenda Rêkxistinên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê li Bexdayê Rebîhe Hemed di daxuyaniyeke taybet de ji PUKmedia`yê re ragihand: Şanda hevbeş a Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê û Partiya Demokrat li paytexta Bexdayê li gel aliyên siyasî civiyan. avakirina hikûmeta nû, û gelek xalên sabit hene ku şanda hevbeş dê di civînan de li ser gotûbêj bike.
Diyar kir jî: Şanda hevbeş li ser nêrîna aliyên siyasî yên li Bexdayê derbarê pêkanîna hikûmeta nû de agahdarî kirin û piştre şand dê vegere Herêma Kurdistanê ji bo amadekirina bernameyeke hevbeş  û bikeve nav diyalogê ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Federal bi awayekî yekgirtî.

Serdaneke erênî û girîng e
Şirovekarê siyasî Wasêq Cabirî di daxuyaniyeke taybet de ji PUKmedia`yê re ragihand: Di qonaxa niha de yekrêziya Kurdan pêwîst e û hebûna helwesteke yekgirtî ya Kurd gelekî girîng e.

Got jî: Em hêvîdarin helwestek yekgirtî ya Şîe û Sunne wek ku di nav Kurdan de heye bibînin û pêwîste di qonaxa niha da helwestên xwe yek bikin û armancan bo xêzkirina stratejîyên qonaxa bê diyar bikin.

Şanda Kurdistanê di hevdîtinên xwe de çend mijarên girîng anîn ziman
Nivîskarê rojnamevan Ehmed El-Xidir dibêje: Şanda hevbeş karnameyek yekgirtî ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de, bi taybetî pirsgirêkên darayî û emnî û xebata hevbeş di şerê li dijî terorê de pêşkêş kir.
Ev serdan dê alîkariyeke mezin li hebûna kurdan di hikûmeta bê de bi awayekî bi bandor û bi şêweyekî cuda ji ya berê bike, da zanîn ku serdana şandê erênî bû û di encamê de têgihiştinek hat encamdan emê di rûniştina Parlamentoyê de bibînin.
 Herweha derbarê Yekîtiya Kurdan de Ehmed El-Xidir tekez dike: Em di wê baweriyê de ne ku pêwîste aliyên Kurdî di proseya danûstandinan de yekdeng bin, kaxezên kar û bernameyek hevbeş pêşkêş bikin û Kurd nabe jihevdu cuda bibin.
Got jî: Kurd bi pêşkêşkirina du bername û daxwazîyên cuda nabe, ji ber ku ev yek dibe sedema lawaz kirina pêgeha û helwesta Kurd, di qonaxa niha da yekrêzîya Kurd pêwîste û hevkarî di navbera Yekîtîya Niştîmanî û Partîya Demokrat de jî pêwîste. qonaxa niha û ev hevkarî û yekrêzî dê li ser gelê Kurdistanê û paşê jî li ser hemû gelên Êraqê derkeve û nîşan bibe.

Yekitiya Kurd pêwîst e
Şirovekarê siyasî Wasiq Cabirî dibêje: Yekkirina helwesta hêzên Kurdistanî dê di berjewendiya bidestveanîna maf û hêjayên gelê Kurdistanê de be û bibe sedema hemahengiya nêrînan di navbera aliyên siyasî de.
Got jî: Yekgirtina hêzên Kurdistanî ji bo bidestxistina aramî li herêma Kurdistanê ye û eger her pêkhateyek bo bidestxistina aramîyê li herêma xwe kar bike, emê aramîya giştî bo hemû Êraqê bibînin.

 Amrî spasiya Yekîtiya Niştimanî û Partiya Demokrat dike
Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî El-Amirî di civîna xwe ya ligel şanda hevbeş a Kurdistanê de tekez kir ku di çarçoveya hemahengiyê de, di wê baweriyê de ye ku çirandina rewşa Şîeyan ne di berjewendiya ti kesî de ye.

Di daxuyaniya Hevpeymaniya Fetih de hat ragihandin, Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî El-Amirî li ofîsa xwe ya li Bexdayê pêşwaziya şanda hevbeş a Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê û Partiya Demokrata Kurdistanê kir. Amirî ji şanda mêvan re ragihand ku çarçoveya hemahengiyê di wê baweriyê de ye ku rûxandina rewşa şîeyan ne di berjewendiya ti kesî de ye û têgihîştina pêkhateya Sunne di nav xwe de û herwiha pêkhateya kurd, biryarek ferz dike".
Li gorî daxuyaniyê El-Amirî ji şandeyê re got, "Ji bo têgihîştinê me hemû tiştên ku ji destê me derdikeve kirin, em ê bi hemû hewldanan kar bikin ji bo ku ev têgihiştin bi ser bikevin, ji ber ku welat rûbirû zehmetiyên mezin e." Hikûmeta dahatû pêdivî bi hemahengiya siyasî û civakî heye."Herweha spasiya şandê kir ku pêşiyê nadin partiyek li ser partiya din û piştevaniya wan ji bo têgihîştina nav mala Şîe dikin.
Şandeyê her wiha got, "Pirsgirêkên me hene ku divê di navbera navend û herêmê de bên çareserkirin û ji bo çareserkirina vê yekê hevaltiya me ya bi we re girîng e." û ev jî di berjewendiya pêvajoya siyasî de ye û balkişand ser wê yekê ku tundrewî ne çareserî ye, lê diyalog çareserî ye û em dê berdewam bin li ser hemû hewlên xwe bo yekrêziya mala Şîeyan.

PUKmedia taybet



zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket