Di xwepêşandanên li Kazaxistanê de bi dehan kes hatin kuştin

Cîhan 01:45 PM - 2022-01-06

Wezareta Tenduristiyê ya Kazaxistanê ragihand ku di xwepêşandanan de zêdetirî hezar kes birîndar bûne. Hêzên ewlekariyê ragihand ku bi dehan kesên hewl dane derbasî saziyan bibin, hatine kuştin.
8
Cîgirê wezîrê tenduristiyê yê Kazaxistanê Ajer Ginat got: “Ji ber tevliheviya li herêmên cuda li Kazaxistanê zêdetirî hezar kes birîndar bûn, Ji wan 400 kes di nexweşxaneyê de ne û rewşa 62 kesan giran e.”
Berdevkê hêzên polîsan Saltant Azerbek jî îdia kir ku hêzên tundraw duh bi şev hewl da derbasî avahiyên rêveberî û polîsan ên li bajarê Almatî û rêveberiyên herêmî û navendên polîsan bibin.
Li aliyekî din Moskov û hevalbendên wê yên Rêxistina Peymana Ewlehiya Komî ragihand ku li ser daxwaza Kazaxistanê, roja pêncşemê (îro) dê hêzên leşkerî bişînin Kazaxistanê.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Maria Zaxarova jî li ser Telegramê wiha nivisî: “Ji bo parastina aştiyê me hêzek ji Rêxistina Peymana Ewlehiya Komî heta demeke diyar şand Kazaxistanê.”

PUKmedia/Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket