Mam Celal karîzmeya rastiya dîroka Kurdistanê bû

Kurdistan 07:04 PM - 2022-01-02

*Endazyarê rabûna Serhildana 1991`an
Rola Mam Celal û Kak Newşîrwan di serhildana 1991`an de Ji bo dîrokê, Serok Mam Celal û YNK`ê gerantiya serketina raperîna 1991`an bûn. Weku hemû kesek dizane ku di sala 1991`an de, li bajarê Raniyayê, li başûrê Kurdistanê, raperîneke dîrokî li dijî rêjîma Be`esê rabû, di encamê de, gelê Kurd dikarî li hemû bajar û nbajarokê Herêma Kurdistanê yeke bi dûv yekê de rizgar bikirane û gelek şehîd û pakrewanên mezin pêşkêşî wê serhildanan dîrokî hatin kirin ku endazyarê wê jî her du serkirdeyên rewanşad ên Kurd Mam Celal û Kak Newşîrwan Mistefa bûn..
Wek tê zanîn ku rewanşad Mam Celal bi riya rênme û çawaniya destpêkirina nexşe û dema raperîn û serhildana gel li dijî rêjîma Ba`esê Êraqê, her weha li ser axa welat jî, rewanşad kak Newşîrwan Mistefa jî, nexşe û projeya di warê kirdarî de bi cih anîbû ku kesayetiyên mêrxwes û kurdperên din jî li kêlekê hebûn wek kak Kosret Resûl Elî gelek ji serkirdeyên din ên YNKê û her weha sekreterê
Partiya Sosyalîst a Demokrata Kurdistanê kak Mihemedî Hacî Mehmûd ku her dem xwedî
helwest û rolekî li ber çavan e û hevsengerê Mam Celal e.
Lê di rastiya wê de, gelek jêder hene ku amaje bi wê yekê dikin ku endazyarê wê serhildanê ango serhildana 1991`an ya Başûrê Kurdistanê hebûn û aliyê cêbicîkerê wê jî her amade bûn bi hemû hêz û tiwanaya xwe bibin xizmetkarê gelê kurd bi kirdar û bi nimûne jî.
Her weha endazayarê wê raperînê jî, serok û rêber Mam Celal û siyasetvanê nemir kak
Newşîrwan Mistefa bûn ku dikarîn di nav dilê gel de cih bigre û mil bi milê gelê xwe ve li hemû bajaran bigere û moralê bide cemewerê
serhildayî.
Ew pêngaveke dîrokî bû, ew xebateke pîroz bû, dema ku mirov li ser wî çi bêje û çi binivîse her kê me û her maf jê re naye dayîn ji ber ku dikarî bi nasnameya xwe ya kurdayetî û ya YNK`yî û ya şoreşgerî û pêşmergeyetî ve ji Qendîlê biçe koşka komariya ku biryara bidarvekirinê li dijî wî derxistibû û ji hemû Êraqiyekî re lêborîn derxistibû ji bilî serok Mam Celal.
Ev rastî dide xwuyakirin ku, meznatiya serok Celal Talebanî di çi astekê de ye û dibê çawa gelê kurd sûdmendbin ji Reman û siyaset Mam Celal Sembola Netewî ya Kurd û destkevtên ku di jiyana wî ya xebata kurdeyetiya rasteqîne.
Her weha YNK`ê jî dikarî rêbaz û pilannameya endazyarê xwe di warên pratîkî de bicîbîne û bi wê yekê re şoreşa gel bi serket û gihîşte roja me ya îro ku Herêma Kurdistanê bûye xwediyê Parlemaneke demokrat û Hikûmeteke Kurdî û bûye Herêmeke ji bo hemû
Kurdan. Her weha di roja 5-3 sala 1991`an de, li bajarê Raniyayê, raperîneke mezin û qeşeng ji aliyê gelê Kurd ve , li dijî rêjîma Bas yê xwînvexwer pêk hat û di encamê de, ew Raperîn li hemû dever û bajarên Başûrê Kurdistanê belav bû.
Di wê Raperînê de, hêzên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê û gelê Kurd dikarî navçeyên Hacî Awa û Raniya û derdora wê ji tevahiya dem û dezgeh û avahiyên bassiyan ji destê rêjîma rûxayî azad bikin.
Di encama wê Raperînê de, hemû bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê rizgar û azad bûn, di gel wê yekê de, xebat û tekoşîneke nûjen
û nûtir dest pê kir.
Piştî serkeftinê, li Herêma Kurdistanê Parlemana Kurdistanê hate hilbjartin û Mam Celal Sembola Netewî ya Kurd damezrandin û ji wê jî, hikûmeta Herêma
Kurdistanê jî hat damezrandin.
Ji bo wê yekê ji bo gelê Kurd ew Raperîn pêngaveke dîrokî û gelek mezin tê nirxandin ku dikarî naznavê ji gelê Kurd re bedî bîne.
Her weha ji bo bihaya wê roja pîroz, Parlemana Kurdistanê, roja 5-3- kir bi roja salyadayeke nîştimanî û li hemû salekê bi fermî tê bi bîr anîn.

PUKmedia-Pirtûka Mam Celal Sembola Netewî ya Kurd






zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket