Desteya Perwerdeyê vekirina peymangehên mamosteyan didomîne

Perwerde 12:16 PM - 2021-12-27

Rêveberiya Xweser bi vekirina peymangehên gihandina mamosteyan û li gorî bername û sîstemên zanîngehên nû hewldana avakirina perwerdeyeke baş dike.

Ji bo gihandina kadroyên perwerdeyê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li herêmên xwe peymangeheke nû ya mamosteyan vekir, 9 Kanûna 2021` li bajarê Hesekê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiyê peymangeke mamosteyan vekir.
Li herêma Cizîrê ev yekemîn peymangehe tê vekirin, piştî peymangehên Reqa û Minbicê ev a sêyemîn e.
Li gorî hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê Kewser Doko, Rêveberiya Xweser bi vekirina van peymangehan armanc dike qada perwerdeyê bi pêş bixe .peymangeh ji 7 beşên sereke pêk tên ku ew jî zimanê kurdî, îngilîzî, zanist (fîzîk û kîmya), wênexêzî, bîrkarî û werzîş in.
Dema xwendinê li Peymangeha Mamosteyan 2 sal e û li ser 5 werzan hatiye dabeşkirin. Derbarê mamostetiyê de hevserokê peymangehê amadekirina mamosteyan li Hesekê Azad Mehmûd got: "Peymangeha Mamosteyan xwendekaran di hemû aliyên zanistî û pratîkî de amade dike."

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li herêma Cizîrê dê peymangeheke din veke, lê dema wê diyar nekir, bi vî awayî dê hejmara peymangehan bibe 4.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket