PUKmedia pîrozbahî li kadroyên xwe yên xiristiyan dike

Kurdistan 09:22 AM - 2021-12-27

Bi boneya hatina cejna sersalê... PUKmedia`yê pîrozbahî li kadroyên xwe yên Xiristiyan kir û hêviya serkeftin, pêşketin û berdewamiya şadiya ji wan re xwest.

Rojnamevan Kerolîn Mazor got: Ew 7 sal in di beşa Rûsî de kar dike, kêfxweşiya xwe ji bo karkirina li PUKmedia û ezmûnên ku ji hevkarên xwe bi dest xistine nîşan da û bi boneya hatina sersalê li hemû Mesîhiyên Kurdistan, Êraq û cîhanê pîroz kir.
Ji aliyê xwe ve Juliya Zîmirman, ku di beşa Îngilîzî de ye got: Ez gelek kêfxweşim ku li vir kar dikim û bi tu cudahiyeke olî û civakî hîs nakim, amaje bi wê yekê jî kir ku îro dana sibê li nav ofîsa kar de hevalên min pîrozbahî  li min kirin.

Hêjayî gotinê ye ku malpera PUKmedia ku di sala 2003an de hatiye damezrandin, berdevkê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê ye û 24 demjimêran bi çend zimanan, ji wan Rûsî û Îngilîzî, nûçe û raportan diweşîne.

PUKmedia tayebt

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket