Bavê xwendekarê ereb spasiya Qubad û Bafil Talebanî kir

Kurdistan 07:09 PM - 2021-12-25

Bavê wî xwendekarê ku hat lêdan, spasiya Qubad û Bafil Talebanî kir û doza wan ji dadgehê re hîşt.
Ew bavê xwendekarekî erfeb ku li gel kurê xwe, rastî lêdan û lêxistinê hatine, spasiya Qubad Talebanî kir ku bi awayekî rastexwe destêwerdana wê dozê kir û ji ber wê jî, ew mijarê ji dozgeriyê re dihêlin.

Di heyama kongireyeke rojnamevaniyê de, bavê xwendekarê lêdayî ragiahnd ku ew çekdarên ku li wî û lawê wî xwendekar xistin û dema ku polîs hatin, ew yekser ber bi ciheke nediyar ve reviyan, ji ber wê, ji cîgirê serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî û Bafil Celal Talebanî daxwaz kir ku mafê wî biparêzin û wunda nekin.

Li ser wê bingehê jî, bavê xwendekarê ereb, spasiya cîgirê serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî û Bafil Celal Talebanî kir ku soza parastina mafên wî dane û parêzereke taybet jî, jê re girtine tako dosyaya wî lêkolîn bike tako dawiya serî salê bi awayekî yasayî li ser wê mijarê rawestin.

Hêjayî gotinê ye ku li bajarê Silêmaniyê ew çekdarên ku li xwendekar û bavê wî dane hatin girtin. Duh roja înê 24-12-2021`an li bajarê Silêmaniyê, asayîşê ragihand ku ew çekdarên ku êrişî bo ser xwendekarekî û bavê wî kirine, ji aliyê hêzên wan ve hatin girtin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket