8 koçberên Kurd li deryaya Îce jiyan ji dest dan

Tarawgeh 12:47 PM - 2021-12-25

Li gorî rojnamevanekî pispor di karûbarên koçberan de ku 8 koçberên Kurd di encama binavbûna keştiya wan li deryaya Îçe di navbera sînorên Tirkiyê û Yunanistanê de mirin.

Kanala Kurdistan Newsê ji zarê rojnamevan û çalakvanê warê koçberan li Yûnanê Renc Mistefa ragihand: 105 koçber ku piraniya wan xelkê Herêma Kurdistanê ne, bi qeyikeke biçûk ji Tirkiyê derbasî Îtalyayê bûne,Ji ber rewşa hewayê xirab, û piştî ku ew du rojan di avê de man, qeyika wan li çend zinaran ket û li yek ji giravên Yunanistanê asê ma."
Wî jêderî eşkere kir: Ev bûyer bû sedema mirina 8 koçberan û bal kişand ser wê yekê ku polîsên Yunanistanê karîn 97 koçberên mayî rizgar bikin û ji giravê veguhezînin cihekî ewle û dikarin vegerin Tirkiyê.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket