A Z A D Î - Hinara Tajdîn

Wêje û Huner 07:06 PM - 2021-12-20

Êz, hogirim, û hevalim,
Û xûşkeke xêrxwezim
Strana azadya serbestim,
Her mirovekîra dostim.

Omida dostê dilovanim,
Azadya tam dixwezim,
Kêf û şaya dilê paqijim,
Bo êş,azarê îdî nenvîsim.

Nebêjine min ez çi olîme,
Min nepirsin ez çi dînîme,
Ez evdaleke xefûre  jarim,
Azadîyêr ez dost û yarim.

Teyreke Sîmire hurim,
Ezmanê hêşînda bifirim,
Tîr, kewana natirsim
Xyanetya dosta ditirsim.

Pêlê behra bê binim,
Birûskim, ba-bagerim
Larî,lûrya kûr şewatim,
Ewsaneke dîn û harim.
Hinara Tajdîn :pirtûka -Dostî û biratî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket