Li Silêmaniyê 28 wêjekar û lêkolîner beşdarî yekemîn festîvala wêjeyê dibin

Wêje û Huner 05:18 PM - 2021-12-17

Rêveberiya Rewşenbîrî û Hunerî ya bajarê Silêmaniyê ya ser bi Wezareta Rewşenbîrî û Ciwanan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, îro Înê li ser lidarxistina yekemîn rûniştina Festîvala Navdewletî ya Wêjeyê li bajarê Silêmaniyê ragihand.
.
Rêveberê Giştî yê Rewşenbîrî û Hunerî li Silêmaniyê, Mohsên Edîb îro di civîneke rojnamevaniyê de ragihand ku karê festîvalê dê ji 26ê vê mehê heta 29ê mehê dest pê bike.
Edîb her wiha got, "Hejmareke mezin ji nivîskar, helbestvan û lêkolîner hatine vexwendin û di festîvalê de dê 28 nivîskar û lêkolînerên payebilind ji helbestvanên sereke yên hevdem û lêkolînerên ji nifşên cuda beşdar bibin, bi armanca ku hevsengiyek di navbera nivîskarên ciwan û dêrîn de çêbike".

Wî amaje bi wê yekê jî kir ku "yek ji armancên festîvalê ewe ku navên ku derfeta derbirîna wan nebûye bi cîhana edebiyatê bide nasîn û herwiha rê bide ku jina wêjevan di cîhana wêjeyê de xuya bibe."
Edîb diyar kir, "Ji bo ku hemû nivîskarên Kurd beşdarî festîvalê bibin, vexwendname ji hemû helbestvanên çar parçeyên Kurdistanê re hatiye kirin."


PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket