H. Kurdistan: Têkçûna rewşa xwendin û dibistanên kurdên Rojavayê

Kurdistan 04:13 PM - 2021-12-15

Li Herêma Kurdistanê rewşa xwendin û dibistanên kurdên penaber ên Rojavayê Kurdistanê têkçûye.

Di wê barê de, duh roja sêşemê di belavokekê de, Encûmena Penaberên Rojavayê Kurdistanê derbarê têkçûna rewşa xwendin û rawestandina dibistananên penaberên kurdên Rojavayê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê daxuyaniyek da û têda ji hikûmeta Herêma Kurdistan û aliyên peywendîdar di UNHCR de daxwaza çareserkirina wê aloziyê kiribû.

Her weha di daxuyaniyeke xwe de, serpereştyarê giştî yê Yekîtiya Mamosteyên Penaberên Rojavayê Kurdistanê Hecî Efrînî ji PUKmedia`yê re aşkire kir ku bi qasî 40 hezara xwe4ndekarên kurd ên penaber ji xwendinê bê beşbûne ji ber baykutkirina mamosteyan ku bi sedema wernegirtina pere û mûçeyên xwe ji 4 mehan ve.

Efrînî di dirêjahiya daxuyaniya xwe de wiha şirove kir ku niha bi qasî (1200) mamoste yên penaberên kurd ên Rojavayê Kurdistanê di dibistanên Herêma Kurdistanê de hene ku li ser (58) dibistanan li hersê parêzgehên Herêma Kurdistanê hatine dabeşkirin.

Her weha hejamra xwendekarên kurd ên penaber jî bi qasî 40 hezar kese ku niha rewşa wan ji ber baykutkirina mamosteyan û daxistina dibistanan ne libar e.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket