Wezîrê Perwerde: 80 hezar mamosteyan vaksîn lixwe dane

Perwerde 12:05 PM - 2021-12-13

Wezîrê Perwerdê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, rêjeya wergirtina derziyên dijî Koronayê di nav mamostayên Herêma Kurdistanê de gihîştiye qonaxeke baş.

Wezîr Alan Heme Seîd di kongirekî rojnamevanî de got: Rêjeya wergirtina vaksîna dijî Koronayê li Herêma Kurdistanê gihîştiye qonaxeke baş û zêdetirî 80 hezar mamostayan jima yekem û duyem wergirtine, ew jî rîjeyeke baş e.
Wî her wiha got: Biryara wergirtina derziyên dijî Koronayê ji aliyê Encûmena Wezîran ve hatiye dayîn û armanca wê parastina mamostayan ji metirsiya vîrusê ye.
Got jî: Hikûmeta Herêma Kurdistanê kar li ser dabînkirina hemû pêdiviyên pêwîst bo piştevanîkirina proseya xwendinê li Herêma Kurdistanê dike û Wezareta Perwerdê jî bi berdewamî li ser rewşa tendirustiyê di xwendingeh û navendên xwendinê de dişopîne.

PUKmedia taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket