Amerîkiyek 180 perçeyên kevnar bi nirxê 70 mîlyon dolar vedigerîne

Şwenewar 11:32 AM - 2021-12-12

Rojnama Waşington Times di raporta xwe ya Yekşemê de amaje bi wê yekê kir ku 180 perçe kevnarên ku ji 11 welatan hatine dizîn yên ku milyarderê Amerîkî Michael Steinhardt kirî, di nav de perçeyên kevnarê yên Êraqî jî hene, rê li pêş wî hatiye girtin ku heta heta tiştên wiha nekre.

Serdozgerê Giştî yê Manhattanê C. Vance got li gorî raporê, "rêveberê fona pêbaweriya milyarder Michael Steinhardt, ku bi berhevkirina hunerên kevnar tê naskirin, ji 11 welatan bi bihayê 70 mîlyon dolar berhemên qaçaxçî yên neqanûnî kirî û bi rêya 12 torên qaçaxçîtiyê hatin qaçaxçkirin."

Dozgerê giştî eşkere kir ku, gelek tiştên kevnar ên hatine desteserkirin ji ber aloziyên sivîl an talankirin û dizînê ye, di nav wan de peykerê ga ku di şerê navxweyî yê Lubnanê de hatiye dizîn hebû ku ji sala 2017 ve lêkolîn li ser windakirina wê hatiye vekirin.
Manhattan C. Vance da zanîn ku Steinhardt ev perçe radestî rayedaran kirine da ku li gorî peymana ku ji Dadgeha Bilind a Manhattan re hatiye şandin, ji xwediyên wan re bên vegerandin. .


PUKmedia/Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket