Bi fermana Bafil Talebanî avahiya kolîja Seyid Sadiq tê ava kirin

Kurdistan 02:35 PM - 2021-12-09

Bi fermana Bafil Celal Talebanî avahiya kolîja Seyid Sadiq ji 3 qatan tê ava kirin.
Di çarçoveya piştgiriya xwendekarên zanîngeh û peymangehên li Herêma Kurdistanê, Bafil Celal Talebanî biryar da ku avahiyeke ji 3 qatan ji bo kolîja Seyid Sadiq ava bike, ji ber wê jî, nûnerê xwendekaran erkên Bafil Celal Talebanî ku di alîkarîkirin û piştgirîkirina li xwendekaran dirêjpêdere spas kir.

Her weha di wê barê de, nûnerê xwendekarên kolîja Seyid Sadiq Eyub Silêman ji PUKmedia`yê re ragihand ku Di civîna me li gel Bafil Celal Talebanî de ku nêzîkî 10 demjimêran dirêj kir, me jê xwest ku avahiyeke ji 3 qatan li ser hesabê xwe ya taybet ava bike, dazanîn ku Bafil Celal Talebanî soz da ku ewê hersê qatan ê kolîja Seyid Sadiqê di heyama salekê de bide avakirin.

Di dirêjahiya daxuyaniya xwe de, Silêman aşkire kir ku wê ew avahiya bi hemû pêdiviyên xwe ve bê amade kirin ku wê bibe pêngaveke girîng ji bo proseya xwendinê li Seyid Sadiq û wê piştgiriya kerta aboriyê jî bê kirin.

Her weha aşkire kir ku Bafil Celal Talebanî soza avakirina avahiyeke ji 3 qatan di heyama vê salê kui wê nêzîkî 2000 xwendekar ji sûdmend bin û tekez kir ku Bafil Celal Talebanî di heyam civîna xwe bi xwendekaran re, bi awayekî hûrgilî guhdarîdaxwazên xwendekaran kir û peyman da ku wê kar li ser pêkanîna sozê xwe ji xwendekaran re bike.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket