Pirtûka Mam Celal Kurdistan û Tevgera Netewî Kurd hat nasandin

Kurdistan 06:01 PM - 2021-12-08

Pirtûka Mam Celal ya bi navûnîşana "Kurdistan û Tevgera Netewî ya Kurdî" bi merasîmekê hat nasandin.
Îro roja çarûemê 8-12-2021`an, li bajarê Silêmaniyê di hola Xakê de, bi amadebûna  hejmarek ji endamên encûmena serkirdeyetiya YNKê û endama desteya kargêrî ya politburoya YNKê Şanaz Ibrahîm Ehmed û serpereştyarê mekteba ragihandina YNKê Stran Ebdulah merasîma pirtûka rewanşad serok Mam Cela a bi navûnîşana "Kurdistan û Tevgera Netewî ya Kurdî" hate nasandin û weşandin.

Her weha serokê rewanşad Mam Celal pirtûka "Kurdistan û Tevgera Netewî ya Kurdî" bi zimanê erebî nivîsî bû, û Xalid Ferec jî dest bi wergerandina wê  bo kurdî kir, îro ew pirtûk bi merasîmeke girîng ve bi ser beşdarvanan ve hate nasandin û dabeş kirin.

Di merasîma nasandina pirtûka Mam Celal de, wergêr Xalid Ferec aşkire kir ku kesayetiya serok Mam Celal ne tenê kesayetiyeke siyasî bû, lê ew xwedî kesayetiyeke ramanvan û bîrdoz bû. dazanîn ku ji sala çûyî ve du pirtûkên rewanşad Mam Celal daye wergerandin ku ev in: "Dixwazin, demokrat û bêserûberkirina gel heya ji mafê xewnê jî" û ya niha ku bi navûnîşana "Kurdistan û Tevgera Netewî ya Kurdî"

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket