Kazimî: Tiştek bi navê jîngeha hembûzkirina terorê nemaye û ti veger DAÎŞê tune ye

Êraq 12:46 PM - 2021-12-08

Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar Mistefa El-Kazimî, li baregeha Xurmatû ya Şeşemîn a navçeya Mexmûrê bi fermandarên ewlehiyê û polîs û pêşmergeyan re civîneke berfireh pêk anî.

Kazimî di hevdîtinê de tekez kir: Em îro li navçeya Mexmûrê ne ji bo şopandina rewş, ji bo dîtina pîlanên ewlekarî yên ji bo rûbirûbûna metirsiyên terorîstan  û dûbarenebûna binpêkirina ewlekariyê ji hêla çeteyan ve .
Got jî: Ji vir û ji meydana şer, ez ji rêxistinên terorîst re dibêjim: xewnan ji xwe re çênekin, em li hember wenin gav bi gav , çete  û deverên we bi rêya esmanê di bin şopa me de ne.
Amajebi wê yekê jî kir ku Êraq bi gel û saziyên xwe û qehremanên xwe yên ji cureyên hêzên ewlekariyê mezin e, û cihê vegerê DAIŞê nemaye, her çiqas bermahiyên wê yên şikestî hewl bidin. Hêzên me yên Ewlekarî hevdeng û bihêz in û mil bi mil di rûbirûbûna terorê de kar dikin, û tiştek bi navê jîngeheke ewle yan jîngehek ji bo lihevkombûna terorê nîne.

Kazimî got: Civaka me bi pêkhate û mezhebên xwe yên curbecur, teror red kir, û şerê wê kir. Gelê Êraqê li hember hemû kêşeyan yek e û yekdeng e û hêzên me yên ewlehiyê duh, îro û sibe dikarin her kesê ku gefê li ewlekarî û aramiya Êraqê bixe dûr bixin.


PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket