Talebanî: Me bi Helbûsî re li ser xurtkirina hemahengiya hevbeş gotûbêj kir

Kurdistan 11:31 AM - 2021-12-08

Qubad Talebanî tekez kir ku wî ligel Mihemed Helbosî li ser beşdariya hemû pêkhateyan di avakirina hikûmeta nû ya Federal de gotûbêj kiriye.

Qubad Talebanî li ser rûpela xwe ya Facebookê got: Me ligel Mihemed Helbosî li ser giringiya dariştina siyaseteke rêvebirina guncaw li Êraqê gotûbêj kir, bi awayekî ku beşdariya hemû pêkhateyan di biryardanê de misoger bike, berjewendiya giştî li ber çav bigire û çaksaziya rasteqîn pêk bîne.

Got jî: Peywendiyên me yên bihêz û baş li gel Mihemed Helbosî hene û derbarê gotûbêjên budceyê de ji me re alîkar bû, ji bo danîna xercên darayî yên Herêma Kurdistanê li Parlamentoyê, û niha jî em li ser pêwîstiya yekrêziyê di navbera pêkhateyan de û bihêzkirina hemahengiya hevbeş ji bo derbaskirina pirsgirêkan û xizmetkirina gelê Êraqê me lihev kiriye.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket