PUKmedia hûrgiliyên oparesyona leşkerî li Germesêrê belav kir

Kurdistan 09:49 AM - 2021-12-08

Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê destpêkirina operasyoneke hevbeş a ewlehiyê di navbera hêzên Pêşmerge û Artêşê de li devera Germesêrê û Qeretebe ragihand.

Wezareta Pêşmerge di daxuyaniyekê de ku gihîştiye PUKmedia`yê ragihand: Îro çarşemî 12.08.2021ê hêzên pêşmerge bi armanca dûrxistina metirsiyên terorîstan, jinavbirina şaneyên wan  û rûxandina baregehan li navça yekem Germesêr û ya duyem jî li gundê Qeretebe de, operasyoneke hevbeş a ewlehiyê hat destpê kirin.

Daxuyaniyê amaje bi wê yekê jî kir, ku ev operasyona hevbeş di navbera hêzên Pêşmerge û artêşê de, di çarçoveya rêkeftina pêşwext ya di navbera Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniyê de hatiye encamdan û heta ku ew navçe bi temamî bên kontrolkirin, dê berdewam bin.

PUKmedia taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket