Raporta binpêkirinên li Efrînê

Qirkirin 05:56 PM - 2021-11-29

#Efrîn_di_bin_dagîrkeriyê_de (173):
Bajaroka "Qestelê Miqdêd" - Koçberkirin û wêrankirineke mezin, "Ebo Emşe" yê delalkirî û destlatkarê metirsîdar, girtin û qutkirina daran, jiholêrakirina Gergeha Newroz û peykerokên wê                
Sîwana siyasî û lêvegera rewayetî yên ku ji "Mihemed Elcasêm" û serkêşên din ên milîseyan re peydakirî ji yekî ve ne veşartî ye, ta radeya ku ew ji riswakirinên ku dighêjinê û raporên ku gendelî û tewanên wî diyar dikin re tu hesaban nake, devan digire, û mirovan ditirsîne, ta pileya ku hemwelatiyek ji yên mafên wan binpê dibin newêre hewalde yan giliyekî pêşkêş bike.
Ev jî hin binpêkirin û tewanên bûne ne:
= Bajaroka "Qestelê Miqdêd":
Bi Navça "Bilbilê" ve girêdayî ye, /5/KM ji navenda wê dûr e, ji dora/500/malî pêkahatî ye, dora /3500/ nişte ji nişteciyên Kurd ên resen tê de bûn, di dema dijkeriya Turkiyê bi ser herêmê de tev penaber bûn, jê /30malbat=150nişte/ tenê vegerîn, û dora /850malbat=5000nişte/ ji anîndeyan tê de hatin niştecîkirin (500 di bajarokê de, û yên din jî di çadirên li dor bajarokê de), piraniya wan jî ji gundewarên Hemê û Humsê ne.
Milîseyên "Firqit Elhemzat" ya ku "Ebo Kasêr" li bajarokê serkêşiya wê dike, û ya ku malên zaroyên "Dotan Şerqanî" ji xwe re kirine biryargeheke leşkerî, û herweha Milîseyên "Firqit Elsultan Mûrad" a ku "Ebo Elnûr" li wir serkêşiya wê dike, û mala "Arêf Mixtar Keşko" ji xwe re kiriye biryargeheke leşkerî, wê desteser dikin.
Di dema şer de û berî vegera xelkê, milîseyan hemî kelûpelên mal, dîkan, embar û karxane dizîn, mîna şênberên xwarinvexwarinê, alav û firaxên baqirî, cerên gazê, amûrên taqeta elektirîka roniyê, acetên karxaneyan, peçeguhêzan û hin tiştên din, û herweha dizîna hemî kebil(kêbil) û stûnên herdu toreyên Elektirîkê û telîfona zemînî yên giştî, /4/ tirektorên çandiniyê yên van hemwelatiyan "Fêsel Miqdad, Nûrî Mihemed Şêr, Cemal Şêxo, Welîd Ehmed Şukrî", otombîlek pîkab e "Mistefa Kîk", bagirek û dûvtirêleke baran û tirêleke tirektoran yên "Kemal Me'imo Mihemed", dora /50/matorên duloqî, giropeke zayenda elektirîkê (Ampêr) e mezin tevî toreya wê ye "Henîf Silêman".
Û Milîseyên gund desteser dikin, rê nedan hin xelkê bajarokê ku vegerin malên xwe, vêca ew neçar bûn ku ta niha li Bajarê Efrînê rûnin, û ji wan ev hatin naskirin: "Xelîl Henûş û Henîf Henûş".
Berî dagîrkirinê bajarok bi çalakiyên bazirganî, pêşesazî û çandiniyê dixilxilî, lê di dema şer de ew rastî tarûmarkirineke mezin hat, û bi sedema topebarana Turkiyê, heft mal ên "Mihemed Tirkê, Ebdo Şukrî Me'imo, Behcet Sadêq Heyder, Şêxo Ukanlî, Nûrî Ukanlî (duqatî), Umer Mihemed vêre jî dîkaneke wî, Mistefa Kaçalî" bi tevahî hatin wêrankirin; û /17/mal jî yên van hemwelatiyan "Reşîd Şêx Reşîd tevî nanpêjgeheke otomatîk û dizîna hemî acetên wê, Mihemed Cemîl Sano, Karo Cebra, Berazî Bavê Ciwan tevî dîkaneke wî ye pêdiviyên hûrmûr ên hesinî, Nûrî Necar tevî dîkana wî, Bavê Ferzat, Elî Menan Miqdad, Roşan Henûş Slêman, Xelîl Henûş Silêman, Kemal Me'imo Mihemed, Isma'îl Miqdad, Aras Hesen Şêxo, Şukrî Şêtan, Hesen Miqdad, Hesen Qasêm, Melek Hemze, Xelîl Elî Karo" bi piçekî ziyan gihîştinê;  Bi ser de wêrankirina sê guvêşgehên zeytûna yên "Henîf Kalo Bavê Şêxo ji Gundê Şêxorzê, Dawod Henan Bavê Ehmed û hevparên wî, Cemîlî Xocî Qorta" û dizîna hemî acetên wan; Li kêlekê jî dizîna acetên guvêşgeha "Deyan Tobal" û destdanîna ser avahiya wê.
Û mizgefta bajarokê jî hate topebarankirin, jiholê hate rakirin, û li şûnê mizgefteke nû hate avakirin.
Û xelkê mane rastî rengereng binpêkirinan hatin, mîna revandin û girtinên bêsûcane, vê re jî işkencekirin, kêmrûmetkirin û peresitandin, ji wan wek nimûne: "mamoste Mihemed Hesen Hesen /55/sal" ê ku ji dawiya 2018an Z ve hatiye revandin/girtin û ta niha çarenûsa wî ne diyar e, "Aras Hesen Şêxo" yê ku du sal û nîvan di hepsê de paye, "Hemdoş Hesen Şêxo" yê ku sê heyvan di hepsê de maye, "Nebî Hemze, Şe'iban Hebeş û Kawa Elok" ên ku du sal û nîvan hepis pane.
Û herweha jî, kuştiyê bêsûcane "Mihemed Henîf Reşîd Ehmed - malbata Zengil - /54/sal" ji Gundê "Qurnê", xwediyê guvêşgeheke li "Qestelê Miqdêd", li 8.12.2018an Z, di hewşa guvêşgehê de, ji aliyê çekdarekî ve, bi qurşînin tewşankî, hate kuştin.
Û Artêşa Turkiyê û milîseyan bi rakêş û bagiran, beşekî mezin ji firoşxane, dîkan, mal û holên ku karkir tê de dixebitîn ên li ser kolana serekîn û ên bi piçekî hatibûn roxandin û gengaz habû ku bihatana çaksazkirin, ji holê rakirin; Armanca wan jê jiholêrakirina zanişwerên wan, û dizîna şîşên hesinî û keviran ji kavilên wan avahiyên guvêşgehên zeytûna yên hilweşandî ye, û bi ser wê de jî, di çarçewa guhertina demografî ya rêbazkirî ya ku gihîştiyê de, navê bajarokê yê dîrokî jî kirin "Silcoq Basî"; Vaye li jêr navên xwediyên çalakî û kiryarên aborî ne(dîkan, kargehên dirûtinê, tetrîz, xwaringeh, çaksaziyên acetên çandiniyê û otombîl û makînan...HWD) ên ji holê hatine rakirin:
- Rebî'i Şêxo Seydo (du dîkan û binavahiyeke ji du qatan).
- Mihemed Emîn Horo (sê dîkan tevî binavahiyekê û avahiyeke ji du taqan).
- Kemal Me'imo Mihemed (Binavahiyek û du dîkanan, yek jê dermanxane bû û yê din jî ciyê mobaylan bû).
- Welîd Ehmed Şukrî (du dîkan û binavahiyek).
- Isma'îl Mihemed Hemîd Bavê Ilyas (du dîkanên çaksazkirina avsarokan).
- Mihemed Horîk Sereş (dîkanek şênberên xwarinvexwarin û paqijiya malan û binavahiyekê).
- Kemal û Rêzan (du dîkan tevî binavahiyekê, yên çaksazkirina tirektoran).
- Dîkanên sekna mizgeftê (sê dîkan).
- Mihemed Emîn Horo (du dîkan, yek jê yê çêkerê baqilan "Şêx" bû, tevî avahiyeke yekqatî).
- Mihemed Cemîl Silêman Sano (dîkana çaksazkirina germokan"soban", tevî binavahiyekê).
- Mistefa Şîlteht (du dîkan tevî binavahî û malekê).
- Mistefa Xeyat"dirûtvan" (dîkanek tevî binavahiyekê ji bo firotina pêdiviyên elektirîka otombîlan).
- Hemzê Xelîl Gulo (du dîkan firotina goşt tevî binavahî û malekê).
- Luqman Horîk Hebo (du dîkan şênberên xwarinvexwarin û paqijiya malan tevî binavahî û malekê).
- Mihemed Heftaro (du dîkan tevî binavahî û malekê).
- Cemal Me'imo Mihemed (dîkanek hesinkariya nûjen tevî binavahî û malekê).
- Nebî Necar (sê dîkan textkariya mobîliya tevî binavahiyekê û avahiyeke duqatî).
- Şêx Elî Simik (firoşxaneke şênberên xwarinvexwarin û paqijiya malan tevî malekê).
- Adilê Uka (malek).
- Mihemed Ezet (du dîkan tevî malekê).
- Reşîd Simik (du dîkan tevî malekê).
- Yûsêf Hesen (du dîkanên hesinkariyê tevî binavahiyekê).
- Emo Mihemed (dîkaneke hesinkariyê û binavahiyek).
- Hebîb Sadêq (du dîkanên hesinkariyê tevî malekê).
- Samî Elî Caro (du dîkanên bazirganiya zeyta zeytûna).
- Mehmûd Gabîl (dîkaneke pêdiviyên herdu toreyên ava vexwarinê û ava gemarî).
- Nebî Elî Caro (du dîkan tevî embarek perçeguhêzên acetên çandiniyê).
- Receb Şêxorz (dîkaneke çaksazkirina otombîlan).
- Horîk Hebo (du dîkan firotina keskahiyê û dermanxanak).
- Rewşan Henûş Silêman (dîkaneke çêkirina porê jinan tevî embarekê).
- Rehmanê Qedîfê (dîkaneke bazirganiya zeyta zeytûna).
- Mihemed Horîk Sereş (dîkaneke şênberên xwarinvexwarinê û paqijiya malan).
- Mihemed Elî Reşkê (dîkaneke firotina keskahiyê).
- Ehmed Elî Reşkê (dîkaneke firotina mirîşkan).
- Ebdo Menan Miqdad (sê dîkanên pereguhî, baqilê kelandî û solan).
- Kemal Me'imo Mihemed (şuştingeheke otombîlan).
- Ibrahîm Ye'iqûb Kekec (sê dîkanên çêkirina bermîlên "xezan" avê tevî malekê).
Milîseyan bêwijdan û hovane ji bo êzingkirin û bazirganiyê bihezaran darên zeytûnê qut kirin, jê /95/darên zeytûnê û /8/darên behîvê yên "Mihemed Şêx Zênel" in; Û anîndeyên xwedîpez, bêwijdan pezên xwe di nav zeviyên zeytûna û erdên çandiniyê de diçêrînin, bê ku yek wêribe li pêşiya wan bisekine yan giliyekî li dijî wan pêşkêş bike, ji ber ku xwe bi çekdaran mekin dikin.
Û weha jî milîseyan dest danîn ser dora /30/hezar darên zeytûna ji reseniya /50/hezar dar ên xelkê bajarokê yên zorane koçberkirî, jê (/3/ hezar dar ên "Şukrî Umer", hezar dar ên "zaroyên Elî Miqdad Menan", /3/hezar dar ên "zaroyên Menan Şêx Reşîd", /800/ ên "Welîd Ehmed Şukrî", /800/ên "Ebdo Ehmed Şukrî", hezar ên "zaroyên Mihemed Şukrî Me'imo"), û vêrgiyên têkel jî li ser curbecur werzên çandiniyê (zeytûn, simaq...) ferz dikin.
Û herweha jî wan bi serpereştiya Istîxbaratên Turkiyê Cîgeha Girê Qestelê yê kevneşopî, ji bo lêgerîna li kinz û kevneşopan û firotina wan, bi alavên giran kolandin.
Û tevgereke olî ye tundrew û çalak, mîna wane, kombûnên olî û amojgeheke ezberkirina Qur'anê li bajarokê heye.
Û çar termên şervanên Kurd ên pakrewan li orta bajarokê mabûn, Artêşa Turkiyê û milîseyan rê nedan xelkê -piştî ku vegerîn- wan veşêrin, û ji ber wê weha demeke dirêj li derve man, ta ku hêzên dagîrker li cihekî ne diyar veşartin.
= "Ebo Emşe" destlatkarê Bajaroka "Şiyê":
Çîrokên "Mihemed Elcasêm- Ebo Emşe" - serkêşê Milîseyên "Firqit Elsultan Silêman Şah" yê ku li cem Anqerê û Kiwalisyona Sûrî - Ixwanî delalkirî û gelek seredanên qedirgirtinê ji aliyê wan de jê re hatine kirin, ên di warê binpêkirin û tewanan de, ji serkêşiya giropên nandoz di şerên "Lîbiya" de ya di bin serpereştiya Istîxbaratên Turkiyê de û dizîna beşek ji mûçeyên wan de bigir, ta  sêksîkirinê ji hin hevîjînên endamên xwe re, û bikaranîna qirêjiyên têvel di dermafê Bajaroka "Şiyê" - Rojavayê Efrînê bi /45/KM an û hin gundên pê ve girêdayî û xelkê wan de, û ya herî dawiyê jî, riswabûnên wergirtina wî ji bawernama navîn a giştî re - şaxa zanistî ji "Encûmena Xwecihî li Efrînê", û tomarkirina wî di "Kolîca mafan li Zanîngeha Helebê ya Azad - Ezaz" de, ji dû hev qut nabin; Û di çarçewa karê wê yê ji bo xweşikirin û cîlawkirina wêneya dagîrkeriyê bi riya vegerandina hin mafan ji xwediyan re li Herêma Efrînê -yên ku li gor girseya binpêkirin û tewanên mezin ên dibin re ne tu tişt e-, piştî ku Komîta "vegerandina zordariyan" seredana Bajaroka "Şiyê" û gundên pê ve girêdayî kir, wê li gor vegera xwe ji tomarên guvêşgehan re, û bê ku karibe bînerdayînekê ji xelkên çavtirsiyayî werbigire,  bi çavên xwe dît ku "Ebo Emşe" (25% li ser berhema zeyta zeytûna, /4/ dolaran li ser her dareke ji malmewalên ên li derve, 50% li ser berhema malmewalên ên endam di Partiya Yekîtî ya Demokrat "PYD" de) -li gor jihevcudakirina wî- ferz dike, li gel wê jî dandina xwediyên berheman mafên tenekên vala, û sînorkirina firotina zeytê di nûnerê "Ebo Emşe" yê navçê de.
Encama hewlidanên komîtê vegerandina bisedan tenekê zeytê ji xwediyan re bû, lê endamên "Ebû Emşe" dîsa yekser ji malan vedigerandin, û li Şeva Çarşemê 24.11.2021an Z wan êriş konê sersaxiyê ya dilovanber "Emîne - hevjîna Kemal Elî Bekir" li bajarokê kirin, bi beşdaran re kêmrûmetî û sixêf dan, xilyewiyên wan jê standin, ev hemwelatî "herdu bira Mes'ûd û Ebid Elrehman kurên Mistefa Şêxo, Xelîl Mistefa Şêxo, Emar Silêman Şêxo, Bekir Mistefa Rehmokî" revandin  û mekin işkence kirin, paşê "Mes'ûd û Bekir" berdan û yên din jî ta niha çarenûsa wan ne diyar e.
= Binpêkirinên virdewêde:
-Li 21.11.2021an Z, Istîxbaratên Turkiyê bi hevaltiya asayêşê ev herdu hemwelatî "Ibrahîm Hisên /62/sal, Ce'ifer Hemîd Etşanê/35/sal" ji xelkê Gundê "Mist'eşûra" - Navça Mabeta girtin, û ta niha çarenûsa wan ne xuya ye.
-Li 22.11.2021an Z, hemwelatî "Nûrî Qedûr kurê Ziyêd/61/sal" ji xelkê Gundê "Avrazê" - N.Mabeta, bi tewanbariya têkeliyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re (karmendeke çavdêr li ser xêza ava avdanê), ji aliyê Asayêşa Navçê ve hate girtin, bo B.Efrînê hate şandin, û ji aliyê dadgehê ve, li 25.11.2021an Z, û piştî ferzkirina vêrgiyeke diravî li ser, hate berdan.
- Li 22.11.2021an Z, Destlatên Dagîrker hemwelatî "Raniya Xelîl" ji xelkê Gundê "Qijûma" - N.Cindirêsê, piştî girtina bêsûcane û qedandina du sal û nîvan di hepsê de li gel zaroka wê ya şîrmij bi tuhmeta têkeliyê bi R.X a berê re, ji Hepsa "Maratê" berdan.
-Li gor alavine ragihandinî yen xwecihî ye rikber, li 24.11.2021an Z, di çarçewa bêserûberî û seberdayetiyê de, giropin ji Milîseyên "Asayêşa Leşkerî" û "Elcebhe Elşamiyê" êrişî biryargeheke leşkerî (ye hin milîseyên ku ji "Firqit Elsultan Silêman Şah - Elemşat" qetî ne) li Bajarê Cindirêsê kirin, û di encamê de qurşînavêtin di nav herdu aliyan de çêbû, û serkêşê wan milîseyên qetiyayî "Ebo Reşe - bazirganê şênberên tevzînok" hate girtin.
-Li vê dawiyê, ji bo êzingkirin û bazirganiyê, Milîseyên "Feyleq Elşam" ên li Bajaroka "Meydankê" bi sedan darên zeytûnê yên van hersê biran "Ismet bi zorê hatiye koçberkirin û /3/ hezar darên wî yê zeytûnê yên dest danîne ser hene, Fewzî li gund e, dilovanber Remzî - jinebiya wî li gund dimîne" kurên "Seydo Şêxo" ji xelkê Gundê "Hesendêra" - N.Bilbilê, bêwijdan qut kirin.
-Li vê dawiyê, Destlatên Dagîrkeriyê Gergeha "Newrozê" û peykerokên wê li B.Efrînê ji holê rakirin, û li Avdara 2018an Z dema ku bajar hatiye talankirin, tabloyên wan ên simbolî bi alên "Turkiyê û Şoreşê" guhertin, navê wê kirin Gergeha "Selah Eldîn Eleyûbî", û di heman demê de jî, Gergeha "Niştîmanî" û Gergeh û Peykera "Kawayê Hesinkar" roxandin, û ew tev jî, di pêvajoya şerê çanda Kurdan û kevnetora wan a netewî û mirovahî de hate kirin.
Li ser riya bidawîkirina Dagîrkeriya Turkiyê û hebûna nandoz û terorê, diyarkirin û riswakirina binpêkirin û tewanên li Efrînê têne kirin, stubariyeke mirivahî, niştîmanî û mafwerî ye.
28.11.2021an
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket