Li Necefê dengbêjî bi tundî hat qedexekirin

Êraq 12:49 PM - 2021-11-29

Roja Duşemê, Sendîkaya Hunermendên Êraqî rastiya belgeya ku medyaya xwecihî belav kiriye derbarê qedexekirina stranan li parêzgeha Necefê piştrast kir.

Malperên medyayî û torên civakî îro belgenameyek ji aliyê Rêveberê ewlekariya Geştûguzariyê li Necefê ji Sendîkaya Hunermendên Êraqî/Navenda Giştî ya Bexdadê re belav kiribûn û tê de wiha hat gotin: “Nameya we ya bi jimare 101431 di 16.11.2021ê de, ku qedexekirina şahiyan li salonên dawetê li parêzgeha Necefê ne karê Dezgeha Ewlekariya geştûguzeriyê ye, û li gorî rêwerzên parêzgarê Necefê Lûey el Yasirî ku wî ferman daye ku konser û lidarxistina şahî qedexe be, û tenê divê mewlîdên olî bên lidarxistin bi şirudên îslamî.

Serokê Sendîkaya Hunermendên Êraqê Cebbar Cûdî di daxuyaniyeke taybet de ji PUKmedia`yê re ragihand: Belgeya ku behsa qedexekirina stranbêjiyê li Necefê dike, bi temamî rast e.
Got jî: Sendîkaya Hunermendên Êraqê dê serî li dezgeha dadwerî bide.

PUKmedia taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket