53 Qurbaniyên çekên kîmyewî bo Êranê hatin veguhestin

Kurdistan 12:12 PM - 2021-11-29

Rêveberiya Giştî ya Tendirustiya Helebçeyê roja Duşemê ragihand ku 53 birîndarên bi çekên kîmyewî ji bo dermankirinê bo Êranê hatine veguhestin.

Di daxuyaniyekê de rêveberiyê ragihand ku: 53 birîndarên ku bi çekên qedexekirî yên kîmyayî birîndar bûne, dê bo nexweşxaneyên Êranê bên veguhestin ji bo çareseriya pêwîst.destnîşan kir ku birîndar dê di rojên bê de bên veguhestin.

Di sala 1988’an de rejîma Êraqê bajarê Helebçe bi çekê kîmyawî bombebaran kir û di encamê de zêdetirî 5 hezar welatiyên ku piraniya wan jin û zarok bûn hatin kuştin.

PUKmedia taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket