Omîkron belavbûna xwe berfireh dike.. Li welatên nû belav bûye

Cîhan 11:01 AM - 2021-11-29

Wezareta Tenduristiyê ya Fransayê ragihand ku li seranserê welêt 8 pêketên nû derketine û guman heye ku hilgirê vîrusa Omîkronê be,destnîşan kir ku ew kesên gumanbar ji welatên Afrîqiyayê hatine.

Botswana ragihand ku wê 19 pêketiyên Omîkronê tomar kirine,herweha 13 pêket li Holende  û 2 li Denîmark û Ustiraliya.Tenduristiya Siwêsra jî pêketek ku ji dîsa ji Afrîqayê hatiye tomar kir,herweha Kenede jî.
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê got ku hîn ne diyar e ka vîrusa nû yê vîrusa korona "Omicron" li gorî SARS Cove-2 vegirte, an ew dibe sedema nexweşiyek girantir.
Rêxistinê zêde kir ku "daneyên seretayî destnîşan dikin ku li Afrîqaya Başûr rêjeyên zêde yê pêketan dikevin nexweşxaneyê lê ew ne ji ber Omîkronê ye,destnîşan kir ku pêdivê bi çend hefteyan heye da ku em bizanin ka metirsiya wê çûne.

Gelek welatan qedexeyên rêwîtiyê ji welatên başûrê Afrîkayê sepandine, di hewlekê de ji bo rêgirtina li belavbûna cureya nû.

PUKmedia/Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket